|
27/12/2006 Daxuyaniya Komîta Hevkarî li ser girtina Miheyedîn Şêx Alî Li gor agadariyên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) sekretêrê partiyê Miheyedîn Şêx Alî, di roja 20ê mehê seet 19.00 de li bajarê Helebê li Sûriyê ji aliyê hêzên dezgeha ewlekariya eskerî ve hatiye girtin. Heta nuha ne diyar e Şêx Alî birine kûderê û ew di çi rewşê de ye. Siyaseta înkarkirin, qedexekirin, zordestî û zîndanê tu wextê nebûye çareserî ji bo pirsgirêkên civatekê an jî welatekî. Divê rejima Sûriyê bi awayekî demokratîk bi dîyalog nêzîkî opozisyona siyasî ya kurd bibe, ne bi darê zorê. Em wek Komîta Hevkarî girtina sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Miheyedîn Şêx Alî, şermezar dikin û ji Dewleta Sûriyê doza serbestberdana Şêx Alî û hemû girtiyên siyasî yên fikrî dikin. 22.12.2006 KOMÎTA HEVKARÎ - (Swêd) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |