NEWROZ

نوروز


26/12/2007

JI ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE

19.12.2007

Di van rojên dawiyê de hêzên leşkerî yên tirk li pey hev him bi riyên asmanî û him jî  di erdê de; operasyonan li herêmên di bin kontrola Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê de ye pêktîne. Sedemên van operasyonan jî çalakiyên PKK yên vê dawiyê tên nîşandan.

Lê herkes vê yekê baş dizane ku armanca herî girîng ya van operasyonan destkevtiyên kurdan yên li heremê ye. Hêzên tarî yên ku derfetdîtina desthilatiyê ya kurdan a li welatê xwe û bi hêzbûyîna wan hezm nakin; bo êrîşî başûrê bikin hemû derfetên xwe bi kar tînin.Hêzên tarî yên ku piştgirî ji çapemeniyê, girûhên şoven û nijadperest ên li kolanan, sazî û partiyên faşîst stendiye; dixwazin careke din bi kurdan xwînê bidin werişandin. 

Divê ev yek bê zanîn ku, hê ne çareserkirina pirsa kurdî li vî welatî,  daxuyanî dayina leşkeran ya derbarê her tiştî ku him ji hedê xwe zêde diçin û him jî desthilatdariya ku pê ve girêdayîne bin pê dikin; hedef nîşandayîn û gef xwarina li rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger û welatparêzan, ne sazîbûyîna demokrasî û azadiyan sedemê sereke yê teva pirsgirêkan e. PKK û çalakiyên ku li dar dixe jî encamê vê dîmenê ne.

Ya rastî di van demên dawiyê de geşkirina tundiyê, venandin (kûrgû) û beralîkirina van  kesan e. Ji ber ew, di van demên ku tundî hatiye geşkirin de bi hêsanî dikarin tekildarî siyaseta sivîl bibin. Xwedi înîsiyatîfbûyîna eşkereyî ya hêzên tarî bi amadekirina şertan û pelçiqandina desthilatiya AKPê di vê pêvajoya dawî de nîşanekên vê yekê ne. Operasyonên li derveyî sînor perçeyekî ji vê venandinê ne.

Herkesê xwedî aqlêselîm dizane ku bi bin pê kirin û bombekirina erdê welatekî din, bi cihkirina sed hezaran leşkeran li ser sînoran, bi zêdekirina mirin û rondikên çavan ev pirsgirêk çareser nabe. Çareserkirina pirsa kurdî, zêdekirina demokrasiyê û azadiyan û nan, hepskirina xwedî apoletan di leşkergehan û cihên di bin perpirsiyariya wan de ku çareke din hîç dernekevin, riya çareseriyê ya tekane ye

Em wek saziyên çandî û hunerî; van operasyonên ku ji tixûban dibihure û serweriya welatekî din bin pê dike, dibe sedemê mirina mirovan û hilweşandina xaniyên sivîlan bi serê wan de şermezardikin û dixwazin ku ev operasyon di heman demê de bên rawestandin.

Em di serî de DYE û YE, bangî hemû hêzên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin da ku li hemberî operasyonan û bê îstiqrarkirina heremê bêdeng nemînin.   

KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ YA AGIRÎ ÇIRA

KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ YA DÎYARBEKIR ÇIRA

KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ YA ÎSTENBOL ÇIRA

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]