NEWROZ

äæÑæÒ


25/12/2006

Daxuyanî

Roja 20.12.2006, dora katjimêr 19.00 hevalê me mamoste Mihyedîn Şêx Alî (53), sekreterê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên ewlekeriya leşkerî ya rê rêjîma Bees a şoven û totalîter li bajarê Helebê bi awayekî tund, remekî û deryasayî hate girtin. Ta nuha jî ew girtî ya, rewşa wî jî ne diyar e.

Bêguman girtina hevalê me di çarçewa girtinên remekî û siyaseta tepsandin û çewsandinê de ye, ya ku rêjîma Sûriyê, li dijî hemû çalakvanên ramyarî, rêzanî û rewşenbîrî yên rikber û bervedêrên mafên mirovan û azadiyên bingehîn li Sûriyê, bi cih dike.

Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêwên zordar û hovane, biceflîne, da ku hem xebata netewî bête qelskirin, hem jî Kurd dest ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebta li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî azad û wekhev bin, pûç bike.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê girtina remek bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew jî ligel me dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me û hemû girtiyên nirîn û ramanê bilin bikin. Herweha hêvî ew ku pesteke li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter, li pênawî jiholêrakirina girtinên remekî, rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî, bête kirin.

                    Azadî ji bo hevalê me mamoste Şêx Alî û hemû girtiyên bîr û ramanê

                    Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

22.12.2006

Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]