|
21/8/2007 Partiyên Kurdî û Kurdistanî wan êrîşên tîroristî li ser gundên Şingal pirotisto dikin Di roja 14/8/2007’ an de , çend tîroristên xwekuj û hov êrîşên dirinde bi çar otombîlan ve berdane ser gundên Kurdan Girê Ezîz, û Sîba şêx Xidir li Herêma Şingal. Mixabin ku ewan êrîşan, ev gund ji ser û bin hilweşandin û bêtir ji 500 şehîd, û 375 birîndar ji Kurdên Êzîdî li şûn xwe hiştin.. Ev êrîşên tîroristî li ser vê herêmê di demekê de pêkhatin, ku miletê Kurd li Kurdistana Başûrê azad dijî û Hukûmet û Perlemanê Kurdistan doza cî bi cî kirina xala 140’ê ji Destûra İraqê dikin. Ew xala, ku dozê dike herêmên Kurdî yên dervî sînorê Kurdistan (Kerkûk û şingal û hwd) vegerînin û têxin bin desthilata Herêma Kurdistan de, ku xelkên Kurd li van herêman, çi Êzîdî û çi misilman û file, tev bi yek dengî vî dozê dikin û bi xurtî li kêlek pirojeya siyasî ya dîmoqratî disekin û bi tûjayî li dijî pîlanên tîroristan disekinin. Lewma ew jî bûne armanc ji tîroristan re, ewên ku ji mirovatiyê û şaristianiyê bi qûnaxan dûr in. Em nûnerên partiyên Kurdî û Kurdistanî li Herêma Kurdistanê, vî karê rûreş û dirinde protisto dikin, û xwe dibînin hevbeşê êş û şîna xelkên xwe yên Êzîdî ku vê karasetê ew kirin qurbana azadî û dîmoqrasiyê. Herwiha em banga raya giştî û miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpî û hemî heskerîn azadî û dîmoqrasiyê dikin ku li kêleka miletê me yê kurd bisekinin û alîkariya malbatên şehîd û birîndaran bikin û dengê xwe bilind bikin li dijî tîrorê ku bûye nexweşiyek navdewletî û bê sînor. em ji van hêzan dixwazin, ji hikûmeta İraqa federal daxwaz bikin, ku herci zûtir xala 140’ê cî bi cî ke, daku miletê Kurd xwe bi xwe biparêze. Em nûnerên partiyên Kurdî û kurdistanî serxweşiya xwe pêşkêşê Serokatiya Herêma Kurdıstanê , malbatên Şehidan, û hemû kurdên Êzdî dikin . Rûhê wan şad, cîyê wan beheşt be .. Mirin ji tîrorist û xwînrijan re. ---------------- - Hizba Demoqrata Kurdistana Îran - Partiya Sosyalista Kurdistan-PSK - Partiya Demoqrata Kurdî li sûriya (Elpartî) - Partiya Azadî Kurdistan-PAK - Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD - Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûrî - Partiya Yekitiya Demoqrata Kurdî li Sûrî-yekîtî -Partiya Yekîtî Kurdî li Sûrî -Rîkeftina Demoqrata Kurdî Sûrî - Sazumana Xebata Kurdistana Îranê. - Partiya Azadî Kurdî li Sûrî - Partiya Demoqrata Kurdistan-Bakur |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |