|
15/7/2005 YADÎ BI BÎRANÎNA ŞANZDEHSALIYA ŞEHÎDÊ NEMIR Dr. EBDUREHMAN QASEMLO Em bi rêz mamosteyê demokrasiyê, alim û rêberê mezin têkoşer, şehîdê nemir Dr. Ebdurehman Qasemlo û hevriyên wî bi bîr tînin. Dr. Ebdurehman Qasemlo û hevriyên wî şanzdeh sal berê, bi êrîşek terorîstî, bi biryara mejîtariyên destgemarî hatin şehîd kirin. Ew di demeke ku ji bo miletê kurd û ji bo hemû kêmnetewên Îranî bûbû hêviyeke mezin de, hat şehîdkirin. Şehîdkirina Dr. Qasemlo qelsî û têkcûna dijmin ya li hemberî bîr û raya azad û demokratîk eşkere dike. Bîr û baweriyên wî rewşenbîrê mezin aştî, azadî û demokrasî niha bûne projeya demokratîzekirina Rojhelata Navîn û tarîtiyê ronahî dike. Bi xwîn xwêdan û qaremaniya şehîdên nemir, li Başûrê Kurdistanê miletê kurd, bi yekîtiya netewî dîktatoriyê roxand û dewleta xwe ya azad û demokratîk damezirand. Ji bo rûmetgirtina bîr û baweriyên şehîdê nemir, ji bo berdewamiya doza Dr.Qasemlo, ji bo serkeftinê û ji bo bidestxistina mafê çarenûsî yekîtiya netewî pêwîst e. Dr. Qasemlo û hevriyên wî ji bo ku miletê kurd bigihîje mafên xwe yên netewî û demokratîk bi qaremanî têkoşîn dan û gihîştine karwanê şehêdên azadiya Kurdistanê. Ew li her çar beşên Kurdistanê wek şehîdên nemir û rêberên doza pîroz tên bi bîranîn û di dilê miletê me de dijîn. Baweriya me bi miletê kurd, bi heval, hevrê û hemû kadirên ku bi bîr û baweriyên nemir Dr. Qasemlû hatine perwerdekirin heye ku ew dê bêrawestan doza mafê miletê kurd heta serkeftinê bidomînin. Sehîd namirin. Bila giyanê wan yê pak û pîroz şa be! Mizgîniya azadiya hersê beşên Kurdistanê ne dûr e. Bijî yekîtiya miletê kurd. KOMÎTEYA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ 13/7/2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |