|
11/3/2006 DAXUYANÎYA PDK-BAKUR Jİ RAYA GİŞTÎRA Ev çend roje li bakurê welatê me hîn buyerên balkeş dikevime, ev cara yekeme ku savcîyek devlata tirk di xwuda mecalek dibîne u derhekê genarelek tirk da doza dadgehê vedike. Encamê vê buyerê ne tenya zîrekbuna dadstê (savciyek) e ev ceribandin di nabeyna devlata tirk, hikimeta tirk u nabayna YE yê daye. Devlata tirk heya îro gelek buyerên kirêj di serê netava Kurd u kêm netewên din da hanî. Gelek jenosîd li serê netawa Kurd hat u hîn ji hez dikin ev kiryarên xwe ye kirij berdawam bikin. Gelek caran wan buyeran,bi destê Kontrgerîlla, korucîya, îtîrafkarê pkk ê u jîtemê pêk anîn. Buyerên Şemzînan, xelekek jî, buyerên devleta Tirke ku bi salan li ser netawa Kurd şerê kirêj pêk tînin. Hikimeta Tirk carn cara hevl dide ku li hemberê genaralê arteşa tirk dengê xwe bilind bike, hikumeta Ak partî dizanin ku ev tu car li Tirkiyê bi serê xwe nabin desthilatdar. Bi salanê yê devlata tirk birêva dibe arteşa tirke. Dema arteşa tirk naxwaze tu hikumeta ‘sivîl’ nikare desthilatdarî bibe, ji ber wê yekê hevldana savcîyê bajarê Vanê Ferhat Sarikaya gelek girînge . Şerê di nabeyna devlata tirk u hikumeta tirk yê berdawam bike, heger konjuktura berê bibana yê hikumeta ak partî ji wek ya Partîya Refahê ji alîyê arteşa Tirk dardest bibana. Hikumeta Ak partî çi kasa dikare li pê wê helwestê bibe hîn ne dîyare, lê dibê her rêxistinê sivîl, sîyasî,komelên demokrat,sendikê karkera u yê din xwedî helvestek bibe. Beramberê wan buyeran dengê xwe bilind bike. Her wîsa di îdanama savcî da, îfadê ji alîyê xwedîye rojnama soz li Amedê gelek girînge. Xwedîyê rojnamê dikare gelek buyerên kevimê li Amedê ronî bike jı xwe îfada wî jî di idanamê savcî da yê tiştên bin gehe. Di rojên pêşda wan buyerên ku jı alîyê devlata tirk li bakurê welatê me kevimîye ye derkeve pêş dinê wan roja dur nîne. Genaralê arteşa tirk Yaşar Buyukanit, li Kurdistanê xwedîyê buyerên kuştin u vîrankirinê ye. Piştî daxwaza dadgehkrinê ji ser leşkerîya devlata tirk hate xwestin, ser leşkerê arteşa devlata tirk yekser bala hikumeta ak partî kir u serî li serok wezîr Erdogan kir. Encamê wê hevdîtinê îro diyar bu,wezîrê adaletê ya devlata tirk Cemîl Çîçek îro derheka savcîyê Wanê Ferhat Sarikaya da lê pirsîn wekir du mifetîş ji alîyê Cemîl Çîçek hate rêkirin. Wekî her caran yê wê hewldanê jî bixwazîn weşêrin u berdawama kiryarê xwe yê kirêj bikin. Konsepta devlata Tirk li bakurê welata me berdawama şere, devlet bi tu avayê naxwaze li Kurdistanê şer raweste. Rawestina şer li Kurdistanê riya aramîyê u dengê azadîyê zêde bike ev tişt bi tu avayê kêr devlata tirk naye. Buyerên Şemzînan, Gewerê,Şirnaxê u Batmanê hemî bi hevudura girêdayîye. Aliyek din wan buyeran li ser devlata federe ya başurê welatê meye, serdana Caferî jî diwê çarçovêdaye. Devlata tirk tu car tehamula avayîkî dezgê Kurdsitanî nekirîye u ji wir pêva jî nake, yê herdem bixwazin alozî di Kurdistanê da derbixînin. Buyera Şemzînan gelek wekirî wê tiştê zelal dike. Wala derxistina wan buyeran bi helwestek Kurdistanî bi hevkarîya hêzên welatparêz dibe, dibê hezên welatparêz li ser esasê Kurdayetî, li bakurê welatê me bi hevudura kar bimeşîne bê hevkarîya hêzên welatparêz bersîv yê gelek kels bibe. Em wek PDK-Bakur ji bo pêk hatîna karê hevbeş li bakurê welatê me çi berpirsyarî bikeve ser milême bi cîh bînin. Bijî yekîtîya hêzên welatparêz Bijî Kurd u Kurdistan PARTÎYA DEMOKRATA KURDİSTAN-Bakur Sekreterya Ragihandinê 09.03.06 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |