NEWROZ

äæÑæÒ


8/8/2005

Daxuyaniya Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê seba meşên nerazîbûnê yên 2 rojên borî li bajarên Bane, Sine û Dîwandere

(Daxuyaniya Çapemeniyê)

Şeva 7’ê Gelawêja 1384’ê Rojî (29.07.2005) hêzên hov yên rejîma Komara Îslamî li Dola Nicnê ya bajarê Bane çend kasibkarên wê herêmê dane ber guleyan û kesek bi navê Hekîm kuştin û kesekek din jî bi navê Luqman Nesrulayî kurê Esyîd Ebdula xelkê Bane hate birîndar kirin. Welatiyên Kurd xwastin ku kesê birîndar bibin nexweşxaneyê, lê hêzên rejîmê nehêlan û guleya xilas û mirinê ji wî dan û jiyana xwe ji dest da.

Ji bo nerazîbûn dijî vê kiryara hêzên rejîmê û bi merema piştgirî ji meşên nerazîbûnê yên vê dawiyê yê xelkê bajarên Mehabad, Serdeşt, Pîranşar û Şinoyê, xelkê bajarê Bane, sibêdeya roja 8’ê Gelawêjê rijiyane ser şeqam û çar rêyên bajar û dirûşmên dijî rejîmê û piştgirî ji tevgera gelê Kurd dan.

Hêzên rejîmê li Bane jî êrîş kirin ser xelkê û xwepêşanderan û ketine azar û ezyeta xelkê bi merema belavkirina wan, lê bi vî halî jî ev meşa nerazîbûnê heta şevê dom kir. Li bajarê Bane niha Rewşa Awarte hatiye îlan kirin. Hêzên leşkerî yên rejîmê di nav bajar de digerin. Lê niha jî meşên nerazînbûnê her berdewam in.

Li bajarê Sine jî ji seet 10’ê pêşnîvroya roja 8’ê Gelawêjê ve heta êvara wê rojê gireva nerazîbûnê ji aliyê xwendekar û parêzvanên mafên Mirovan li ber deriyê avahiya Parêzgeha  Kurdistanê hat meşandin. Armanca xwendekaran her wekî ku di pilakardên destê wan de xuya bû azadiya wan girtiyan bû yên ku di heyamê çend rojên berê piştî meşên nerazîbûnê yên bajarê mehabad, Serdeşt, Şino û Pîranşarê hatibûn destbiser kirin.

Êvariya roja 8’ê Gelawêjê, xelkê bajarê Dîwandere jî bi nerazîbûna serkuta xelkê bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve bi armanca azadkirina girtiyên bajarê Mehabad, Serdeşt, Şino û Pîranşarê meşeke nerazîbûnê ya aram lidarxistin ku ev herekete jî tevî êrîşa hêzên rejîmê re rû bi rû bû.

Niha rewşa bajarên Kurdistana Îranê bi giştî aloz e û ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tundî hatine mîlîtarîze kirin. Hêzên rejîmê û dezgehên Îtilat (Sîxor û ajan) azaer, zext û tund û tûjiyî dijî xelkê dimeşînin û gel digirin û rapêçî girtîgehan dikin.

Bi baldan bi rewşa bajarên Kurdistanê, em daxwazê ji bîr û raya giştî ya kom û komeleyên mirovhez dikin ku pitir balê bidin serkut u qirkirinên bêrehmane yên xortên gelê Kurd li Kurdistana Îranê bi destê hêzên rejîma Komara Îslam ya Îranê û di vê derheqê de bêdeng nemînin.

Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

09.05.1284

31.07.2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]