|
8/7/2007 PARTIYÊN KURDÎ Û KURDISTANÎ YÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ BERDEWAMIYA PÊKANÎNA PIROJEYA ( ZINARA EREBÎ )YA RÛREŞ , PIROTISTODIKIN Di encama biryara desthilata sûrî bi anîna 150 malên ereb ji deverên ( Şedadê , ciyayê Ebdulezîz ) ku dikevin başûrê bajarê Hesekê , bo devera kurdî ( dêrik ) , ji bo ku zeviyên çandiniyê ku berê ji cotkarên kurd sitandibû li wan belavbike , di vê derbarê de Partiyên Kurdî û Kurdistanî yên li herêma Kurdistanê , ev Daxwiyanî li dijî vê biriyara şofînî belavkirin : DAXWIYANÎ - ji bo raya giştî ya navdewletî - ji bo komîta miletên yekgirtî - ji bo rêxistinên mafên mirovan - ji bo hezkirên Azadê û Dîmoqrtiyê li herderî Di dema ku miletê sûrî bi hemî netewên xwe ve çavnêre ku desthilata Sûrî bi guhertinên Dîmoqratî rabe ku xelkê sûrî ji zûve li bendêmane , da ku pirojeyên nejadperest û yasayên awarte bêne rakirin , ev pirojeyên ku têne meşandin ji alê rêjîmê ve ji sala 1962 ve , û berdana girtiyên siyasî ji bo xwirtkirina Eniya hundurê welêt , dive demê bi xwe de rêjîma (BE’IS) ya şofînî , gavek xerab avêt ji bo xelkê sûrî bi nakokiyên navxweyî mijûl bike , ku zererê bigihîne berjewendiyên welat , û li şûna ku pirojeya zinara erebî ya rûreş û encamên wê ji kok ve hatiba rakirin ji ser miletê kurd li sûriya , li şûn vê yekê rêjîm hewl dide 150 malên ereb bîne ji deverên ( Şedadê û Çiyayê Ebdulezîz ) ji başûrê bajarê Hesekê , Û bi biryara wezareta çandiniyê ( kişt û kal ), hejmar : 12/16 /MZ , roja : 3/4/2007 , ji bo bi cîkirina wan malan li devera kurdî ( Dêrik ) , û ji bo ew zevî li wan malan bête belavkirin , ew zeviyên ku hatibû sitandin ji xwediyên wan yên kurd ku ji bav û kalan ve bi xwîn û xwêdana xwe cotkirine , û rêjîm bi vê gava kirêt dide nîşandan ku dixwaze siyasetên xwe yên şofînî berdewambike da ku dîmogirafiya wan deverên kurdî bi de guhertin , ew siyasetên ku efserê Be’isî ( Mihemed Teleb Hilal ) dixwest cî bi cî bike , ku di bin nave lêkolînek ( Siyasî , Aborî , Civakî )de li ser parêzgeha Hesekê nivîsî bû di 1961 de , ew lêkolîna ku ev gotin bi xwe tê de hatiye : ( pêwiste kurdên sûriya ji birayên xwe kurdên îraqê û tirkiyê werne cudakirin bi valakirina zinara li ber sînor ji kurdan , û bi cî û war kirina ereban li şûna wan ). Em nûnerên Partiyên Kurdî û Kurdistanî li herêma Kurdistan , vê gava şofînî ku xerabiyê digihîne yekîtiya niştimanî û beşekî serekî ji gelê sûrî ji mafên jiyanê dûrdixe , em pirotisto û gunehbardikin , û wilo jî em bangewaziya miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpa , û rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî , dikin ku li pêşiya rêjîma sûrî rawestin û zorê lê bikin ku ji vê biryara kirêt vegere û nehêlin biçe serî , û lê daxwaz bikin vê piroja rûreş ji kok rake , û Erebên ku nûhatî vegerînin ciyê wan yên berê , û vegerandina wan zeviyan bo xwediyên wan yên dîrokî yên kurd re . Partiyên ku li ser vê daxwiyaniyê imzekirine evin : - Partiya Dîmoqratî kurdistanî îran. - Partiya sosiyalista kurdistan li turkiye . - Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriye . - Sazûmanî xebatî kurdistanî îran . - Partiya Dîmoqratî kurdî li sûriye/ el-partî . - Partiya Dîmoqratî kurdistanî -bakur . - Partiya Azadî Kurdistan îran . - Partiya Azadî Kurdî li sûriye . - Partiya yekîtiya Dîmoqrata kurdî li sûriye( yekîtî ) . - Partiya yekîtî kurdî li sûriye . - Partiya welatparêzên Dîmoqratî Kurdistan turkiye . - Rêkeftina Dîmoqrata kurdî sûrî . Herêma Kurdistan : 3/7/2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |