NEWROZ

äæÑæÒ


8/6/2007

Wefat û Spasname

Di 28 ê meha gulana 2007 an de bavê min H. Cemil Acat çû rehmetê. Bi mûnasebeta wefata wî, ji welêt û derveyî welêt gelek kesên dost, nas û mirovên kurd û aşûrî bi telefonê li me geriyan. Di medîa kurdî gelek deveran bi nûçe û beyanên serxweşiyê bi me re bûn. Kesên ku mecalên xwe hebûn hatin hetanî mal û em bi tenê nehiştin. Şandina mesajan, kirina telefonê û serdana wan didome...

Gelek spas ji bo vê germiyê û helwestê. Di rojek wisan de nêzîkbûna we em bi hêztir kirin. Em kêfxweş kirin. Em dîsa spasiyên xwe pêşkêşî we dikin. Em ji we re, ji endamên malbata we re, ji gelê me re pêşerojek ronî û bi sihet dixwazin. Yezdanê Heq bi we re be.

Gabar Çiyan

Rojnamevan Nivîskar

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]