NEWROZ

äæÑæÒ


8/5/2005

Daxuyanî

 Komîteya Rêxistina Ewropa ya partiya me civata xwe ya fereh li dar xist

 

Bi serpereştiya berpirsiyarê Rêxistina Ewropa û bi amadebûna nûnerên şax û rêxistinên welatên curecur yên Ewropa Komîteya Rêxistina Ewropa ya partiya me rojên 30.04. û 01.05.2005-an civata xwe ya fereh li dar xist.

Piştî rawestandina kêliyeke bêdeng li ser giyana pakrewanên Kurd û Kurdistanê berpirsiyarê Rêxistina Ewropa silav li beşdaran kir û giringiya lidarxistina ton civatên weha di jiyana rêxistinî de da xuyakirin. Pişt re jî derbasî axaftina xwe ya rêzanî bû. Di gotina xwe de wî da xuyakirin ku desthilata Şamê ne ku tenê di siyaseta xwe ya şoven û nijadperest de berdewam e, belê hîn bi ser de jî wê hewildanên xwe ji bo peydakirin û xortkirina dijberiyê di navbera herdu hêmanên netewî yên sereke li Sûriyê, di navbera Kurd û Ereban de bi tundî berdewam dike. Ev jî, helbet, her wekî çawa gaveke nijadperest e, weha jî ji bo paşeroj û pêşdeçûna Sûriyê gaveke bive û metirsiyeke mezin e. Di berdewamiya gotina xwe de hevalê berpirsiyar ew yeka çespand, ku ji bilî pejirandina rastiya dîrokî-erdnîgarî û civakî ya Sûriyê tu rê nînin. Dûr an nêzîk divê herkesê ku xwe berketiyê Sûriyê dibîne vê rastiyê bipejirîne û ji bo wê yekê bixebita, ku hebûna gelê kurd – ku neteweya didoyê ye li Sûriyê – û mafên wî yên netewî bi awayekî fermî bêne naskirin. Nexêr, peydakirina aramî û hêmeniyê ne li Sûriyê, ne jî li Herêmê ne gengaz e. Di vê çerçewê de, û ji bo ku rojeke zûtir ev yeka pêk were giringiya yekdengia Tevgera Rizgarîxweza Kurd û lidarxistina kongirteyeke niştîmanî sûrî jî hate diyarkirin.

 

Di warê rêxistinî de civata fereh hinde kar, pêsniyar û biryar dane ber xwe, da ku rewşa rêxistina me ya Ewropa û şêweyên liv-labata wê hîn geştir bibe. Herweha civat bi ferehî li ser têkiliyê bi rêxistinên Ewropa yên partiyên kurdî û kurdistanî re rawestî û hinde biryar û helwest di vî warî de hatin wergirtin. Ji bilî wê jî civatê girîngiyeke mezin da danûstandinê li ser têkiliyên bi rêxistin, dezgeh û hêzên ewropî re. Civat di baweriyê de ye ku divê bi hemû awayan xebat geştir bibe, da ku em kari bin dengê gelê xwe, yê ku ji hemû mafên xwe yên netewî û mirovane bêpar hatiye hêştin, bigihînin raya giştî ya ewropî û cihanî, da ku ew jî bi erk û delameta xwe ya mirovane û demokratane rabin û piştgiriya xebata demokratane li Sûriyê bi giştî û xebata gelê kurd bi taybetî bikin. Çunkî bi rastî êdî dem dema demokrasî û mafên mirov û miletan e. Divê li Sûriyê jî dewlet û civat bêne demokratîzekirin, gelê kurd jî divê di Sûriyeke demokrat de bi hemû mafên xwe yên netewî şa bibe.

 

Li dawiyê jî civat li ser rewşa girtiyên kurd jî rawestî û soz da ku ewê xebata xwe ji bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî û li serê wan jî heval Mehmûd Elî Mihemed (Bavê Sabir) geş- û hêgintir bike.

 

01.05.2005

                                                                    Komîteya Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTΠ 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]