NEWROZ

äæÑæÒ


7/12//2006

Beyannameya Komîteya Navendî Ya PDK Îranê

Hevwelatiyên hêja!

Civatên azadîxwaz yên xelkê Kurdistanê!

Endam û alîgirên xebatkar yên PDK Îranê!

Partî û rêxistinên siyasî!

Dost û dilsozên tevgera kurd!

Di rewşekê de ku pêvajoya bûyerên herêmê di berjewendiya Kurdan de diçe pêş û aso û pêşeroja xebata azadîxwazane ya gelê Kurd li Kurdistana Îranê geş û rontir dikeve berçav, di vê dema hesas û hestyar de ku rejîma Komara Îslamî li hundir û derve de ketiye bin zext û givaşê tevgera Kurd, ji hemû demekê bêtir hewcehî û pêwîstî bi yekîtî û yekrefiyê heye, mixabin hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê serbarê hemû dilfirehiya rêberiya partiyê û cehd û tekoşîna dost û dilsozên Kurd, nemaze du hêzên me yên bira, Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo mana vê komê di nava refên PDK Îranê de, ji bervar 15.09.1385’ê Rojî, hemberî 06.12.2006’ê Zayînî, bi derkirina beyannameyekê cudabûna xwe ji Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê îlan kirine.

PDK Îranê serbarê xuyakirina pênexweşbûna xwe ji helwesta van birayane, radigehîne ku rêberiya partiyê piştî çendîn civînan û bas û gotûbêj li ser daxwaza wan û heta qebûlkirina beşeke berbiçav ji daxwaziyên wan – her çend ne rewa jî bûbin -  di rêya parastina hevxebatî û yekrefiya partiyê de liberçav hatine girtin, bi vî halî jî ev hejmare ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê ji dilfirehî û merema pak ya rêberiya partiyê mifaheke xirab wergirtin û roj bo rojê hêcet û mihaneyên cur bi cur û şert û pêşmercên nû ji bo diyalogê dianîn holê û daxwaza dawî ya rêberiya partiyê ji bo civiyan û domandina gotûbêj û diyalogan bi armanca çareserkirina wan pirsgirêkên ku bi xwe ji roja piştî bi dawî hatina Kongireya Sêzdehem ve ji bo partiyê çê kirin û car bo carê zêdetir û berfirehtir kirin, ret û mande kirin, hetanî wî cihî ku bi kiryar refa xwe ji PDK Îranê cuda kirin û niha jî ew cudakirine bi fermî îlan kirine û bi ser partiyê de sepandine.

Ezîzno!

PDK Îranê, partiya Pêşewa Qazî Mihemedê nemir û Dr. Ebdulrehman Qasimloyê Rêber û Dr. Sadiq Şerefkendiyê zana, di pêvajoya xebata 61 saliya xwe de gelek caran tevî rewşeke bi vî awayî berbirû bûye, gelek caran ev rêberên me yên şehîd bi awayên cuda cuda hatine tometbarkirin û heta hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê di dema jiyan û rêberîkirina wan de refên partiyê bi cî hêlane û nav û natore ji wan dane. Lê her wekî wan rêberane bi xwe emir kirine, ev partiye bi van cure helwest û lêveqetiyanane jar nebûye û lawaz jî nabe û di bin tu zext , givaş û berpêng û astengpêkanînekê de ji pêvajoya demokaratbûn û pirensîpên demokartîk ên xwe dûr neketiye û dûr nakeve. Xuya ye piştî şehîdbûna wan rêberane jî ecêb nîne ku dirêjederên rêya wan tevî van cure helwest û jêveqetiyanane rû bi rû bibin. Lê bi domandina rê û rêbaza wan rêberên şehîd ji aliyê rêvîngên wan û bîr û ramanên hûr û rastbîn yên civatên xelkê Kurdistanê, hemû carekê rastî û dirustî derketine û vê carê jî xelik bi çaveke vekirî dinêrîne rastî û dirustiyan û gelek zû hest pê dikin ku rêberiya partiyê çi dilsozî û dilfirehiyek bona parastina hevxebatî û yekrefiya partiyê ji xwe nîşan daye, kê li ser ji hevcudabûnê û nehêlana pêvajoya gotûbêjan bi armanca çareserkirina  wan arîşe û  pirsgirêkên ku bi neheq û narewa ji bo partiyê hatin pêkanîn, tekezê dike û bi îsrar bûye û heta kê taba wan hemû karnekirin û berlêgirtin ji ber bi pêşveçûna pêvajoya tekoşîn û xebata partiyê kiriye?

 Serbarê vê çendê ku em bi vê helwesta ku hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên berê yên partiyê girtine ber xwe, aciz û nerehet in, hemû hewl û tekoşîna me di pêvajoya xebatê de bi hemû awayên wê tenê û tenê rû ji Komara Îslamî ya Îranê wekî dujmin û zevtkerê maf û azadiyên neteweyên Îranê û xelkê Kurdistanê dibe.

 Siyaset û helwesta PDK Îranê di pêşerojê de jî her li ser vê pêvajo û rêbazên dibe ku hetanî niha rêberên me yên mezin û şehîd Qazî, Qasimlo, Şerefkendî hebûne û li ser wan bi îsrar bûye û niha jî ev rêberene di bîr û ramanê me de zindî  û bi me re ne.

 Silav li canê paqij yê wan şehîdên me û tev şehîdên gel û partiyê

 Silav li malbatên birêz yên şehîdan û hemû girtiyên siyasî

 Silav li xelkê xebatkar û qehreman yê Kurdistanê, piştevan û piştgirê herdem yê Partiya Demokrat

 Silav li endam û xebatkarên Partiya Demokrat û rêvîngên rêberên me yên serbilind û şehîd, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî

 Silav li Kadro û Pêşmergeyên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Silav li Partiya pêşeng û xweştevî ya gelê Kurd li Kurdistana Îranê, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Komîteya Navendî

 15.09.1385

06.12.2006

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]