|
7/1/2008 NAMAK VEKIRÎ *- Rêz û silav ji hemî xwendevanên vê name re ……….! Weke çawa gelên Kevin li gor zanîna wan bi stêrzayînê , her yekî an hinekan ji xwe re rojmêrek danîn wek , rojmêra rojê , heyvê , heyvûrojê û guhêrek . Herweha gelên mezopotamiya jî mîna kasî , somerî û babiliyan jî hindiktirîn 2000sal B.Z rojmêr bikaranîn . Ji medan vir de Kurd jî rojmêrê bi kar tînin . Weke em dizanin rojmêr yan ji destpêka dîrokekê, yan jî , ji destpêka olekê destpêdike . Vêca gelê Kurd jî , ji xwe re du bûyerên dîrokî ji bo rojmêra xwe nîşan didin . Dîroka yekemîn : damezrandina serdariya Medan B.Z ,lê wek xuya dibe li ser yekîtiya Medan sê dîrokên cuda ( 653 , 649 , 700 B.Z) bi kar tên . Dîroka duyemîn : Roxandina paytexta Imperetoriya Aşûriyan nînewa ji aliya Medan ve 612 B .Z . Ji ber wê , îro ji bo rojmêra kurdî , du nêrînên sereke hene û li gor wan du nêrînan , du rojmêr jî bi kar tên . Wek em dibînin ku , bikaranîna dîroka roxandina Nînewa , paytexta Aşûriyan bi destê medan sala 612 b.z wek destpêk ji dîroka Kurd re , ji dîroka damezrandina serdariya Medan 649 , 653 , 700 b.z . rastir e , û bêtirîn cî digire . Çimkî ji alîkî ve piraniya Kurdan , partî , rewşenbîr, nivîskar , rojname û kovar li bakur , rojava , başûr û rojhilat 612 B.Z bi kartînin , û hindik ji Kurdan li başûr û rojhilat û bi taybetî Kurdên soran 700 B.Z bi kar tînin . Ji aliyê din ve jî , dîrokzan li ser dîroka damezrandina serdariya Medan li hev nakin . Yanê weke li jor diyare , ew sê dîrokan bi kar tînin . Li dawiyê banga me li hemî partî , komele û dezgehên sêvîl û fermî , rewşenbîr , dîrokzan , nivîskar …H.W.D , ku li banga me xwedî derkevin , lêkolînên pirjêder li ser vê mijarê çêkin û dest bi guftûgoyan di dermafê wê de bikin , ta ku , em çarakê ji vê cudekaranîna dîrokî re bibînin , û yek rojmêrê bi kar wînin . Sipas ji guhdariya we re 2619K- 2008Z Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurd li Sûriyê S.F.P.Z.K.S |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |