|
6/9/2007 Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re! Azadî ji pênûsa azad re! Bang Beriya derdora 8 mehan, rojnamevan Ednan Hesenpûr û çalakvanê sivîl Ebdulwahid Bûtîmar(Hîwa) ji bal desthilata Îranê ve li bajarê SINE hatin zindankirin. Li roja 18.07.2007an, dadgeha Islamî biryara bidarvekirina herdu rewşenbîr û xebatkarên kurd wergirtiye û ew di zindna tekane de cîwar kirine. Bi rastî, şerm û fihêt e ku di demeke mîna dema me ya îro de mirov di welatê xwe de, ji bo nerîn û helwesta xwe ya azad bête bidarvekirin..!! Li gora hemî zagonên navnetewî û prensîpên mafên mirovan di cîhanê de, mafê nerîn û derbirînê mafekî parastî ye, nabe tu dewlet, tu hêz vî mafî binpê bike û li gora berjewendiyên xwe yên tengî nijadperest vî mafê pîroz daqurtîne. Em kovar û weşanên bi zimanê kurdî yên li Sûriyê derdikevin, vê biryara hovane ya derheqa herdu rewşenbîr û tekoşerên kurd şermezar û riswa dikin, bang li hemî dezgehên mafên mirovan, raya giştî ya cîhanê, hezkerên azadiya mirovan, hezkerên peyva azad dikin ku li dijî vê biryara ne mirovane serî hildin û ji bo serbestkirina wan têbikoşin. - Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re! - Hilatina terorkirin û işkencekirina rewşenbîr û xebatkarên mafên mirovan ji cîhanê..! Sûriya : 31.08.2007 * Kovara Aso * Weşana Deng * Kovara Gulistan * Kovara Gelawêj * Kovara Jîn * Weşana Newroz * Kovara Pirs * Kovara Perwan * Kovara Roj * Kovara Vîn * Weşana Ziman |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |