NEWROZ

äæÑæÒ


6/5/2005

Wergera ji erebî

 Daxuyaniya bidawîbûna karûbarê kongireya 5-an ya:

 parta yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê – yekîtî-

 

Li dawiya Nîsana 2005-an, kongireya 5-an ya parta yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê, di siha van diruşmên he de hate lidarxistin:

*       Azadî ji heval Mehmûd Elî Mihemed (bavê Sabir), hemî girtiyên siyasî û yên bîr û baweriyê re.

*       Nûjenkirina jiyana partî ya hundirî, digel nûkirina şêweyên kar di nav refên gelêrî de, bona dadmendiya pirsa gelê me yê kurd li sûriyê.

*       Lidarxistina kongireyeke netewî kurdî li sûriyê.

*       Lidarxistina kongireyeke sûrî netewî û tevahî.

*       Nûjenkirina têkiliyên birane ligel partiyên kurdistanî.

Bi rawestandina bihnek bêdengî bona ruhên pakrewanan, kongir dest bi karê xwe kir, birêvebiriyek hate hilbijartin, lîsta kar û bar hate pejirandin, di pêşî de rapora giştî, pirojeya bernama siyasî û tozika hundirî bû, ya ku hê di civateke fireh de li ser erê bûbû.

Beşdarên kongir bi giringiyeke balkêş, guhên xwe dabûne ser xalên rapora giştî, hinde têbîn xistinê, digel biryareke lêveger û jinûnivîsîna di derbarey hinde warên raporê de. Biryar hate dan ku,  sonda partiyê li cî be, herdu pirojeyên bernama siyasî û tozika hundirî bêne pejirandin û şana partiyê bi firehî bête belavkirin.

Guhdana kongir ya herî sereke û balkêş, li derdora rewşên sûriyê yên hundirî û di nav de ya gelê me yê kurd bû. Tevahiya kongir didît ku, hebûna pirojeya dustûrekî nû, şaristanî, li ser bingehekî bidûrxistina tîp û desthilatiya tek-partî, pejirandina rastiya hebûna gelê kurd ya dîrokî, pirjimariya çand û pêwîstiya cudakirina ol ji dewlet û siyasetê zor pêwîste.

Berdewamiya bikaranîna rewş û qanûnên awarte, nebûna maf û azadiya nêrînê, ciyê xemgînî û nerazîbûna kongir bû, digel pêdiviya ku, ev rûdanên he, ji holê rabin. Bi serde jî, xizanî, perîşanî û bêkarî, ku her diçe bêtir dibin, gelek nexweşî û nerindiyan bi xwe re tînin, sergermî û bêhişiyê jî gur dikin, nemaze di siha dezgeha dadgehî ya awarte, neserbixwe, nejî paqij, digel berdewamiya desthilatiya sûrî di siyaseta newekhevî û şoven di derbarey gelê kurd de û bêparhêştina wî ji hemî mafên netewî yên xweza û rewa.

Kongirê didît zor pêwîste ku kar û xebat bona karê hevbeş ligel hemî hêzên welatparêz û demokrat bête kirin, ji bo geşkirina liv û tevgera siyasî – civakî, bi hêla lidarxistina kongireyekî netewî sûrî gelemper, ku tê de, bîr û baweriyên demokrasiyê û mafên mirovan bêne rêzgirtin û bihevre bigihêjin kaxezeke karê hevpar.

Li hêla dî, ew biryara civata fireh bona lidarxistina kongirekî netewî kurdî li sûriyê, ciyê rêzgirtin û pesnê bû.

Bona hevbendiya demokrat a kurd li sûriyê, kongirê didît ku, rabûn-rûniştina hevbendiyê di vê dema dawî de, ne ciyê razîbûnê bû û daxwaz her li cî ye ku, rola hevbendiyê bêtir bête parastin û geşkirin, hevkarî bi biraderên Berê demokrat a kurd re li cî be, ta karê hevbeş di çerçewa tevahiya tevgera kurd de li sûriyê, bona pêkanîna yekîtiya zarzimanê siyasî û lisazxistina dûzaneke kar û têkildariyê di navbera şax û baskên tevgerê de, bona newekhevî û rikgiriya netewî ji holê rabin, doz û daxwezên gelê me yên netewî û rewa bi cî bibin, şêweya Îdara Zatî ji herêmên kurd re, di çerçewa parastina yekîtiya welêt de bête erêkirin.

Di warê kurdistanî de, geşbûn û pêvajoya çanda demokratîk li ba hemî şax û beşên civakê û partiyên siyasî li seranserî kurdistanê, li ba kongir ciyê pesin û dilxweşiyê bû, digel pêwistiya nûjenkirina têkiliyan bi wan partiyên bira re, li ser bingeheke rêzgirtî û li gorî taybetmendiya her cîgeh û hêlekê.

Berfirehbûna serjimar û çerçewa kesên ku dadmendiya pirsa kurd li sûriyê û naveroka wê ya demokratîk têdighên, ciyê dilxwşiyê bû.

Li hêleke dî, pêwîstiya danheva şax û çalakiyên civakê yên cûrbecûr, bilindkirina kartêkirin û rola jina kurd, nifşên nû, nûjenkirina ragihandina partiyê, piştgiriya bi her hawî û lêxwedîderketin li heval û biraderên ku di fêrkirina zimanê kurdî û rêzmên de pisporin, li ba kongir girîngiyeke li cî bû.

Li dawî, di heyameke demokratîk de, bi şêweya dengdana nehênî û yekser, serok, sekretêrê giştî yê partiyê û endamên komîteyeke rêzanî hatin hilbijartin û kongir bi serkeftî bi dawî bû, digel soz û peyman, bi berdewamiya kar û dilsozî di xebata bona pirsa gelê me yê kurd, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.

30/4/2005

                                                             Komîta rêzanî ya

parta yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê – yekîtî-

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]