|
6/3/2006
Daxuyanî bo raya
giştî
Îro, 1 adara 2006ê kampanya berhevkirina 100 hezar
imeze bo pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê ji alî
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, dest pê kir.
Zimanê me mercê sereke yê destnîşankirina taybetmendiya me û
gencîneya herî ronak a giyanê neteweya kurd e. Giyan û kesayetî û
hebûna kurd a çandî tenê bi saya hebûn û berdewamiya derbirîna peyva
kurdî dikarîbûn xwe biparêzin.
Em bi vê kampanyayê, bi hemû derfet û karînên xwe dixwazin ku zimanê
kurdî, wekû mijar û wekû neynika hebûna me û hilgirê xewn û hêviyên
me, bikin mijara sereke ya civaka kurd. Civaka ku zimanê xwe wenda
bike, mercên hebûna xwe diherifîne, xwe wenda û têk dibe.
Ji damezirandina dewleta Sûriyê û ta nuha, planên ji holêrakirina
zimanê kurdî, roj li pey rojê gurtir û berfirehtir dibin. pasvanên
Peyva kurdî di hemû qonaxan de zengilên hêviya rizgariya giyanê gelê
kurd lê didan, ew ji ber vê yekê jî raserî dijwartirîn şêweyên
çewisandinê dihatin.
Zimanê me tê wateya binavakirina kurdî ya gund û bajarên me, tê
wateya bi kurdî şahîkirina zemawend û ahengên me, tê wateya
reşgirêdan û şîniya bi kurdî.
Parastina zimanên zikmakî di van salên dawî de bi şêweyekî balkêş
derbasî rojeva rêxistina UNESCO bû. Ji 21.02.2000 rêxistina
navnetewî UNESCO, her sal balê dikşîne ser rewşa zimanên zikmakî û
doza bêtir guhlêdan û rêvekirina bo pêşketin û geşbûna wan dike.
Zimanê kurdî dikare bibe mînaka herî balkêş a çewisandina zimanên
zikmakî. Kurdî zimanê zikmakî yê 40 milyon mirovan e. Qedexekirin û
êrîşên tund ku li dijî vî zimanî dibin, mohreke reş û kirêt,
şermezariyeke mezin li ser eniya tevahiya mirovayetiyê dihêlin.
Di heman demê de, em bi vê daxuyaniyê bala cemawer û raya giştî ya
kurd dikişînin ser metirsiyên dijwar ên ku dihingivin naverok û asta
derbirîna bi zimanê kurdî û bandora xwendin û perwerdeyiya bi zimanê
dibistanên dagîrkeran.
Lewra, roj berî rojê, ji hêz û sazî û dezgeh û rexistinên siyasî,
civakî û rewşenbîrî tê xwestin ku di çarçeweya avakirina projeyeke
rewşenbîrî, şaristanî, civakî û giştî de têbikoşin û ala parastin û
bergirî û pasvaniya çand û zimanê xwe bilind bikin.
Em bi vê daxuyaniyê re tevgera siyasî ya kurdî bi şêwyekî taybet
vedixwînin ku bi çalakî pişikadariyê di serkeftina vê kampanyayê de
bike.
Herwisa em bi hêvî ne ku rewşenbîr, komele û hemû hêzên civaka kurd
bi çalakî beşdarî vê kampanya imzeyan bibin û alîkariya me bikin
daku em sala 2006ê bi hêz û zindîkirina zimanê dayika xwe sertac
bikin.
Wek Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, em ê dest bi gava
yekemîn bikin û bi cegerdarî hewl bidin ku rewşa çand û zimanê xwe
bo hemî sazî û dezgehên navneteweyî ragihînin û şirove bikin û
metirsiyan ji wan re ron û destnîşan bikin.
Di vê çarçeweyê de, em belgeyên rasteqîne û lekolîneke berfireh
derbarê biryar û bername û planên çewisandina çand û zimanê kurdî li
rojavayê Kurdistanê amade dikin û em hewl didin ku vîn, hest, xewn û
daxwaza gelê xwe jî bi xwe re radestî saziya UNESCOyê bikin.
Gelî kurdan!
Çarenûsa zimanê xwe di destên dagîrker û kujerên wî de nehêlin!
Li zimanê xwe xwedî derkevin û ji gef û êrîşên nijadperestan
biparêzin!
Zimanê xwe bi jena dilê xwe, bi germahiya hestên xwe û bi vîna
jiyanê biparêzin!
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
01. adara 2006ê |