|
5/4/2006 EV ÊRÎS Û PROVAKSYONÊN LI DIJÎ MILETÊ KURD DIVÊ RAWESTIN Hêzên ku rê li ber erîşen dewletê xweş dikin û berdewamîya van bûyeran dixwazin, xizmetê ji bo çareserkirina pirsa Kurd nakin Li Diyarbekirê, kêfa şahiyên Newroza 2006 an pir dom nekir. Êrîs û provaksyonên eşkere ye ku ji berê ve hatibûn amadekirin, roja 27 ê Adarê, di pêşwaziya termê çar xortên ku digel 10 xortên li derdorên Mûşe hatibûn şehîd kirin de, destpê kirin. Artêşa tirk bi hêzên leşkerî, bi polîsên taybetê, bi panzêr û bi tankan êrîs bir ser xelkê sivîl. Bûyerên ku li Diyarbekirê destpê kirin, di demeke kurt de derbasî çend bajarên din jî bûn. Niha li hinek bajaran ev êrîs berdewam in. Di encama van êris û provaksyonên plankirî de, heta niha, bý dehan kes hatine şehîdkirin, ku di nav wan de sê zarokên jî hene, yek ji wan sê sal ye. Bi sedan kurd hatine birîndarkirin û binçavkirin. Bi hezaran tîcaretxane û cîhên kar hatine wêrankirin, talankirin û şewitandin. Artê]a Tirk di van provaksyonan de hêzên tarî jî bikar tîne. Bombekirina xelkê sivîl û provaksyonên ku li Þemzînan û li hinek bajarên din rûdan, eşkere bûne ku ev hemû ji alîyê artêşa dewleta Tirkiyê ve, bi pilankirî hatinin kirin. Sawciyê bajarê Wanê ev yek bi belge nîşan dabû û li dijî çend leşkerên bi rutbe û hin general jî tê de ne, dawe vekir. Di van bûyerên dawîn de, sebebekî din jî ew e ku dixwazin dawa li dijî generalan ji rojevê daxînin û bi êrîs û provaksyonan bala rayagistî biksînin ser bûyerên din. Em, rêxistin û partiyên siyasî digel organîzasyonên demokratîk ku ev beyan îmzekirine, van êrîs û provaksyonên hovane ku xesareke mezin dane can û malê gelê kurd, bi tundî şermezar dikin. Em rijandina xwîna kec û lawên kurd ji bo projeya “demokratîk Cumhuriyetê” ê jî rast nabînin. Em bawer in ku tu berjewendiyê miletê kurd di çêbûn û berdewamîya van bûyeran de tune. Hêzên ku rê li ber erîşen dewletê xweş dikin û berdewamîya van bûyeran dixwazin, xizmetê ji bo çareserkirina pirsa Kurd nakin. Loma em ji xelkê daxwaziya aramî û sikûnetê dikin, hêvî dikin ku gelê kurd li hember van provaksyon û êrîsan, guh bide dengê me, hişyar be û neyê leystikan. Em serxweşîyê li malbatên şehîdan dikin û ji wna re sebrê dixwazin û ji birîndaran re jî silametîyê dixwazin. Em hêvîdar in ku birîndar di demek kurt de baş bibin. Daxwaziya me ji hikûmeta AKP ê ew e ku ew berpirsiyariya xwe bigre, van êrîs, kuştin, gulebarankirin û binçavkirina kurdan di kurttirîn wext de bide rawestin û sozê ku serokwezîr li Diyarbekirê dabû, bi cî bîne. Ji bo çareserkirina pirsa kurd gavên cidî bavêje. Piras Kurd, bi tedbîrên polîsî, bi tedbîrên leskerî û bi gulebarankirina xelkê sivîl, bi kurtî bi bikaranîna şîdetê nayê careserkirin. Bi kar anîna şîdetê li hember gelê Kurd rewşa Tirkîyê jî aloztir dike, rê li demokratîzekirina Tirkyê jî digre ku ev jî ne berjewendiyê gelên Tirkîyê ye. Ev bûyerên hanê, bi pêvajoya demokratîzekirina Tirkiyê re û bi haziriyên endametiya YE re naguncin. Pirsa miletê kurd, pirseke siyasî ye û tenê dikare bi metodên siyasî û demokratîk bê careserkirin. Em bangî Hukumeta Swêdê dikin û ji hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk hêvî dikin ku li hember van êrîsan bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku YE ,YM van êrîsan şermezar bikin û mudaxeleya Tirkiyê bikin ku erîşen li ser gelê Kurd bisekinînin û ji bo çareserîyekî edilane gavên cidî bavêjin. -------------------- Amadekar: Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê (14 partiyên siyasî ji hercar beşên Kurdistanê/14 politiska partier från fyra delar av Kurdistan) Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Pistgir:
----------------------------------------------- Sefik Kaya Serokê Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdîstanî li Swêdê Ordförande för kurdiska politiska partiers samordningskommitté i Sverige Tel: 070-452 86 57 070-735 87 07 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |