|
4/8/2007 Izedîn Şêxo Hesen (Bavê Ahmed) Xatirê dawîn ji gel û hevalên xwe xwest (1946-2007) Roja Înê, 27/07/2007, dilê heval Izedîn Şêxo rawestiya. Ev nûçeya xemgîn û dilêş, di nav xelkên Tirbespiyê û Devera Aliyan de zû belav bû, bi beşdariya cemawerekî mezin, digel dost, heval û hogirên wî, digel Koma Tirbespiyê ya folklorê kurdî, termê wî di gorstana gundê Girdêmê Helîmê de hate veşartin. Hevalê Izedîn, sala 1946 an, li gundê Girdêmê Helîmê ji dayik bûye û di sala 1965 an de, tevlî rêzên tevgera kurdî bûye, ji dil û can, xebateke bê rawestan di ber doza gelê xwe ya dadmend de kiriye. Ji ber xebat û dilsoziya wî, ta roja dawîn ji temenê xwe, rûmeta endametiya Komîta Hermê di Partiya xwe de, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê –YEKÎTÎ-wergirtibû. Bi navê rêxistina Tirbespiyê ya partiya me, partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî-, em serxweşiya xwe, gelê xwe, malbat, dost, heval û hogirên wî dikin, tika dikin ku xwedê rewanê wî yê pîroz bi buhuşta xwe ya rengîn şa bike, aramiyê bide malbat û mirovên wî. Rêxistina Tirbespiyî ya Pariya Yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê-Yekîtî- 28/07/2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |