NEWROZ

äæÑæÒ


31/5/2005

PÎROZIYA KOMÎTEYA HEVKARÎYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

JI BO 30 SALIA YEKÎTIYA NÎSTÎMAN A KURDISTAN

 

Xusk û bira,

Mêvanênên hêja,

Birêzan damezêr, birêvebir û endamên YKN:ê Bi rêz û silavên Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swëdê. K.H. ji dil û can 30 saliya YNK:ê pîroz dike, ji Komîteya amadekar re, jî bo vê ahenga xwes spas dike, di kar û xebata we de , ji we re serfîrazî û serkeftinê dixwaze.

 Xus û bira, 30 saliya YNK:e li damezêr, birêvbir û li hemû endamên YNK:ê û li netewayê kurd pîroz be! Ji bo cenabê we sanaziye ye ku we bi fedakarî û bi têkoseriyê vê rêxistinê bi pês ve biriye û gihandiye roja me.

 Besdarên hêja,

YNK 30 sal berê, ango di sala 1975:an de hat damezirandin. Di wê demê de netewayê kurd, bi taybetî li Basûrê Kurdistanê, di bin sertên gelkî giran de bû; YNK di bin wan mercên giran de hat damezirandin. Ji roja damezirandina xwe heta niha, ew bêwestan, ji bo berjewendiyên netewî xebitî ye, niha jî ditêkose. Em bi YNK:ê bawer in ku ew dê vê xebata xwe ya pîroz, xebata ji bo berjewendiyên kurd û Kurdistanê di pêserojë de jî bidomîne.

 Miletê kurd, li her car besên Kurdistanê sahid e ku YNK bi ketin û rabûnê, lê bi serbilindî û bi qahremanî têkosîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên carenûsî û demokrasiyê domandiye. Wê Berjewendiyên miletê kurd di ser berjewendiyên rêxistinî re girtiye.

 YNK:ê ji bo azadî û demokrasiya Kurdistanê gelek sehîd dane. Ev destkeftiyên netewî, Dewleta Federe berhemên xwîn û xwîdana pêsmergeyên qehreman e, keda sehîdên Kurdistanê ne. Li kur dibin bila bibin, hemû sehêdên Kurdistanê ji bo me kurdan pîroz in. Sehîd ji bo me kahremanê efsaneya azadiya miletê kurd e.

 

Birêzan,

Baweriya me wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yen Kurd û Kurdistanî bi herdu serokên birêz, Mam Celal Talebanî û birêz Mesud Barzanî heye ku ew dê pirsgirêk û nakokiyên ku di van demên Dawîn de de rûdane, li gor

berjewendiyên netewî careser bikin.

 Daxwaziya miletê me li her car besên Kurdistanê û daxwaziya Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ji herdu serokên me ev e.

 

Dubare 30 saliya Yekîtiya Nîstîman a Kurdistan li we û li hemî  kurdistaniyan pîroz be!

 Bijî yekîtiya netewayê kurd

Bijî Kurd û Kurdistan

Li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

28/05-2005

 SefÎk Kaya

 Serokê Komîteyê

 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]