NEWROZ

äæÑæÒ


3/1/2007

Daxuyanî

Di çarçewa girtinên remekî û siyaseta tepsandin û çewsandinê de, ya ku rêjîma Sûriyê li dijî hemû çalakvanên ramyarî, rêzanî û rewşenbîrî yên rikber û bervedêrên mafên mirovan û azadiyên bingehîn li Sûriyê bi cih dike, hêzên ewlekeriya leşkerî ya rêjîma Bees a şoven û totalîter roja 20.12.2006, dora katjimêr 19.00 li bajarê Helebê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, rêzdar Mihyedîn Şêx Alî, bi awayekî tund, remekî û deryasayî girtin û berve cihekî nediyar birin. Ta nuha jî ew girtî ye, tu agahiyek jî li ser rewşa wî nîne.

Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd çavtirsoyî bike û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku Kurd dest ji xebata netewî, ya ku roj bi roj hêzdartir dibe, birdin. Di heman demê de rêjîm bi vê rengtundiyê hewil dide ku Tevgera Kurd dest ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xurt in tê de, berdin. Bi vî rengî ew dixwaze ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de mafên mirovî, azadiyên bingehîn û mafên netewî yên gelê kurd bêne parastin, pûç bike.

Em, weke Komîta Hevkarî li Almaniya, vê curekarê rêjîma Sûriyê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovî û aliyên siyasî û civakî yên curecur dikin, da ku rasterast û bi awayekî çalak pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û nijadperest bikin, ji bona:

 

                    di zûtirîn dem de serbestberdan rêzdar Şêx Alî û hemû girtiyên bîr û ramanê,

                    rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û

                    demokratîzekirina civak û dewleta Sûriyê û çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê li ser bingehên belge û lihevhatinên navnetewî.

Azadî û serbestî jibo Kudr û Kurdistan

Bijî Azadî, demokrasî û wekhevî

28.12.2006

Hevkarî – Almaniya

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]