|
29/7/2005 Daxuyaniya Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê derheq îşkencekirian girtiyên meşa nerazîbûna vê dawiyê ya bajarê Mehabadê
Hevwelatiyên birêz! Civatên xebatkar yê xelkê Kurdistanê! Kom û komeleyên mirovhez! Alîgirên mafên mirovan! Di encama meşa nerazîbûna xelkê bajarê Mehabadê piştî kuştina ciwaneke Mehabadî bi navê Kemal Esferam naskirî bi Şiwane Seyîd Qadirî bi destê hêzên dijî gelî yên rejîmê di 18’ê Pûşperê û bi bobeya 22’ê Pûşperê, 16’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo, ku nêzîk deh rojan dom kir, pitir ji 200 kes ji xelkê vî bajarî ji aliyê hêzên serkutkar û dezgehên Îtilaat (Sîxor û Casûsî)a rejîma Komara Îslamî ve hatin girtin û rapêçî girtîgehê kirin. Ev hejmare ji xelkê bajarê Mehabadê çend roj e ku gelek bi tundî û bêrehmane ketine bin îşkenceya ruhî û cendekî û sivikatiyeke zaf ji wan hatiye kirin û tevî çarenivîs û qedereke nexuya rû bi rû hatine kirin. Di wê derheqê de Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê tevî mehkûm û şermezarkirina vê riftara dijî gelî ya rejîmê, daxwazê ji kom û komeleyên mirovhez û alîgirên mafên mirovan, li seranserî cîhanê û rêxistinên siyasî yên Îranî û Kurdistanî dike ku li hember can û qedera wan xortên azadîxwaz yên bendkirî helwesta hewce bigirin û rejîma Komara Îslamî bixin bin zext û givaşê ji bona azadkirina wê hejmarê ji xelkê bajarê Mehabadê. Her wiha daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku nerazîbûna xwe li hember riftarên dijî gelî yên rejîmê derheq girtiyên bajarê Mehabadê bi awayê jêhatî bidin xuya kirin û rejîmê bixin bin givaşê ku dest ji îşkence kiriyan berde û ji bo azadiya wan girtî û bendkiriyan gavan bavêjin. Diyare ji bilî wan binçavkirî û girtiyan, pitir ji 200 kes ji xelkê bajarê Mehabadê û hejmarek ji ciwanan ji bajarên Bokan, Merîwan û Pîranşarê jî hatine girtin ku ew jî her hatine îşkence û azar dan. Bi vê hêviyê ku helweta hewce û jêhatî ya hemû aliyekê bibe sedema serbestberbûna girtiyan û rê ji Komara Îslamî nehête dayîn ku bi vî awayê berfireh, bêrehm û hovane xortên gelê Kurd li Kurdistan Îranê bixe bin îşkenceyê û wan bi qedereke nediyar re rû bi rû bike. Bi hêviya hewl û xebata tev aliyekê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê 1384.05.03 24.07.2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |