|
29/3/2008 Bang Carekiya dinê, û bi hatina Newroza pîroz re, rêjîma Sûryê siyaseta xwe ya nijadperest û şoven diyar kir. Di 20.03.2008 de, ciwanên kurd, li bajarê Qamişlo, bi şêweyên pir aştiyane û şaristaniyane bi cejna xwe, şah dibûn. Hêzên parastin ên rêjîmê teqîn û qurşînkirin bikar anîn ; ciwanên Kurd dane ber gulan. Sê ji wan : Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya Xelîl û Mihemed Mehmûd Husên şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn ; ji wan : Riyad Şêxî, Kerem Îbrahîm Yûsiv, Mihyedîn Hac Cemîl û Mihemed Xêr Xelef. Bi ser de jî, hinek hatine girtin. Rêjîma Şamê, ne cara yekemîn e, bi vî rengê hovane, têror û tirsê dixwe nav Sûriyan û kuştinê li dijî gelê kurd bi kar tîne ; Armanca wê ew e ku Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd jar û siwa bike, û wê ji xebat û karê ji bona mafên xwe yên rewa, di siha welatekî demokrat , û civakeke azad û wekhev de, bi dûr xîne. Divê ev rêjîma şoven û nejadperest, careka din bizanibe, ku tevgera gelê kurd bi taybet, û tevgerên gelê Sûrî bi gelemper, ew tevgerên aştîxwaz dest ji kar û xebatê li dijî totalarîzmê bernadin ; ev kirên hovane wê wan xortir û germtir bikin. Em vê têrora han bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadîxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin ku piştgiriya gelê kurd bikin ; zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin, ji bo ku: Çareseriyeke demokrat bo doza Kurd li Sûriyê, Naskirina mafên mirovan û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatiyane Desthilanîn ji girtinên hamtam û neyasayî, û serbestkirina girtiyên siyasî, çi ên berê, çi ên Newroza 2008 an Dermankirina birîndarên Newrozê, û xwedîderketina li wan şehîdên welêt. Nemirî bo şehîdên Newroza 2008-ê û bo hemû şehîdên kurd Bijî azadî û demokrasî û wekhevî Rêxistinên kurd ên Firansa : - Partiya Yekêtî ya Demuqrat a Kurd li Sûriyê - Heniya Demukrat a Kurd li Sûryê - Partiya Yekêtî - Bîroya Şêx Xeznewîyê yê Nemir |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |