NEWROZ

äæÑæÒ


27/12/2006

Bi navê xudê mezin û dilovan

Serukati û endam û layengirên Parti ya Yekêti…….yên be                                               Silav û rêz... 

Ez we rojnamevan û kadirê ( P D K –Başur ) û Kurdistan perwerek, girtin û hinda kirna Sikritêrê parti ya we, berêz Şêx Alî, ji layê dagîrkerên Kurdistanê ve, rû reş û şehmizar dikem. Ev renge karên hov û berzekirin û tîror kirnê, ne tiştekê nû ye li cem xebatkerên rêka rizgarî ya Kurdistanê û cemawerê wê . Ev kiryare bi hizaran sale berdewam di ken. Lê îrada Milletê serbilindê Kurdistanê, ji van hemî pîlana mezin tire. Dîrokê îsbat kirî ye, ku rê ya hejî bu pêkve jîyanê û êmnahi yê, Dîmokrasi û wek hevî û şirîkatî ye.

Di bêjîne Dagîr kerên Kurdistanê, bila bes bît ev sîyaseta şaş a gemar, bi hizaran sale li ser gelê me dum dike. Li xwe vegerin,bi xwe îbreta ji Qirralê zordari yê ( Seddam ) î wergirin, an wê xwe di rek a dadgeh a mirovayeti yê da bi bînin.

Em bi werayne, ey xebatkerên bi şeref yên doza  azadi ya Kurdistanê, di zîndanêt dagîrkerêt Kurdistanê da.Berê em di zindana da boyn, niha we bi serbilind î di bînîn .

Bi zîndan kirna we, kerb û xwe ragirî û berhingariya dojminî, ji alê gel ve zêde di bît. Bi zîndankirna we, rû yê reşê dojminî, reş tir lê di hêt. Bi zîndankirna we, êketî û biratî ya Kurdistanî ya zêde di bît û roja azadî yê nêzîk tir di bît.

- Ser bilindin Kurdistanî di zîndanê da

- Ser şorin dagîrker di Kurdistanê da

- Sûnd bi Gel û sûnd bi Barzan

- Dê ava bît Dewleta me Kurdistan

Mahir Barwari

barwari@web.de

Elmanya

26.12.2006

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]