NEWROZ

äæÑæÒ


26/2/2007

Daxuyanî

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - Yekîtî - Rêxistina Ewropa

Piştî nêzîk du mehan ji wê girtina remekî û deryasayî hevalê me, sekreterê Partiya me rêzdar Mihyedîn Şêx Alî, roja 16.02.2007 azad hate berdan, ew vegerî nav malbat û hevalên xwe. Bi vê boneyê jî, û ji bo careke din rûreşkirin û şermezarkirina tongirtinên weha hov û nemirovane, bi hezaran dot û lawên kurd, dost, heval û hogirên partiya me roja 18.02.2007 li Efrînê bi xwenîşandaneke coşdar pêşwaziya rêzdar Şêx Alî kirin û careke din ji şovenîstan re xuya kirin ku kurd tu carî xebtkar û têkoşerên xwe ji bîr nakin, hertim li wan xwedî derdikevin.

Bi vê boneyê em, Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, careke din kirinên rêjîma Şamê ya şoven, nijadperest û totalîter şermezar dikin. Herweha em didin xuyakirin ku xebata ji bo welatekî demokrat ku tê de mafên mirovan û mafên gelê kurd yên netewî bêne parastin wê her û her, tevî hemû pest, lêdan, girtin û tengasiyan berdewam bike.

Ji aliyekî din em spasiya hemû wan kes û rêxistinan dikin, yên ku bi awayên curecur girtina hevalê me şermezar kirine û dengê xwe ji bo serbestberdana wî bilind kirine. Herweha em careke din banga xwe dikin û dibêjin: werin em hemû bi hev re ji bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî, yên di zîndanên rêjîma Sûriyê de, dengên xwe bilind bikin.

Em, weke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, careke din jî bang li aliyên tevgera rizgarîxweza Kurd bi taybetî û hêzên rikberiya sûrî bi giştî dikin, da ku em sewiya xebata xwe hîn xortir û bilintir bikin, da ku rojêkê zûtir em xwe di welatekî azad û demokrat de serbilind hest bikin – welatekî ku tê de hemû mirov azad bin, hemû hêmanên netewî wekhev bin û mafê gelê kurd jî di rêveberiyeke xweser de parastî be.

–        Azadî ji hemû girtiyên bîr û ramanê re

–        Azadî ji doza gelê me ya rewa û dadmend re

23.02.2007Almaniya

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]