NEWROZ

äæÑæÒ


26/1/2007

Kuştina Hrant Dink êrîşek e li dijî demokrasiyê û pirr rengiya etnîkî û olî

Partiyên bakurê Kurdistanê, PWD, PSK û PDK-Bakur

Nivîskar: Editor Di: 20.01.2007 Sehet: 11:19

Doh li Istanbulê zihniyeta ultra-nasyonalîst careka din xwîn rijand, bîrewerekî ermen hêja Hrant Dink kuşt.

Hrant Dink, berpirsiyarê rojnameya ARGOS ya bi zimanê ermenî bû. Dilovan Hrant Dink bi nêrînên xwe liberal û demokrat û yekî rexnegirê rejîma Tirk li Tirkiyeyê û derveyê welat berfereh tê naskirin. Ew rewşenbîrekî navdar e.

Rejîma Tirk tehemûlê nêrînên wî nedikir. Li hemberê wî bi gunehbariya „heqaretê li Tirkîtiyê dike" li Istanbulê dawa hatibû vekirin. Ji ber nêrînên wî tehdît dihat kirin. Dewletê vê yekê jî dizanibû. Wî naparastin. Doh kijerekî guleyan berda ser vî rewşenbîrî û dengê wî birî.

Berpirsiyarê vê bûyerê dewleta Tirk e.

Kujerê esil yê Hrant Dink jî zihniyeta tirkçî ye. Destê guleyan berda Hrant Dink, maşeyek e.

Ev bûyer delîl û diyardeya hovîtî û êrîşkariya zihniyeta ultra-nasyonalîst ya Tirkçîtiyê ye. Her wisa îspateka qetlîama Ittihat-Terakîciyan ya dijî xelkê Ermen e.

Em her sê Partiyên bakurê Kurdistanê, PWD, PSK û PDK-Bakur vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Em piştgirê xuşk û birayên xwe Ermen in. Em ji dil û can hevpişkiya xem û keserên malbata dilovan Hrant Dink û yê civata Ermenên Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ermenistanê û diyasporaya Ermen li cihanê dikin. Hrant Dînk ji bo me şehîdekî berxwedana mirovayetiyê, azadiyê û demokrasiyê ye, em wî bi hurmet bi bîr tînin.

Lanet were li zihniyeta nijadperest ya Tirk, ya ku hebûna xelkên xeynê xwe înkar dike û li dû tûnekirina wan e.

Em bangî hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku di van rojên dijwar de piştgirê xuşk û birayên xwe Ermen bin.

Bimre nijadperestî!

Serkevtin ya bindest û azadîxwazan e.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]