|
25/8/2007 Pîrozname 62-saliya damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Dost û hevalê hêja, hemwelatiyên xweşewîst, em pir kêfxweş û şanaz in ku ligel we pêşwaziya 62-saliya damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, partiya Pêşewa Qazî Mihemed ê nemir bikin. Ji ber ku ev bûyer û bîranîna ne tenê ji heval, dost û hogirên PDKÎ-ê re girîng e, belê ew ji hemû Kurdan re, li seranserî Kurdistanê, xwedî cihekî taybet û rûmetdar e. Belê ev yad îro roj jî di ezmanê Kurdayetiyê de stêrkeke geş û pirşindar e, hetav e… Bivê boneyê jî em li ser navê hemû heval, dost û hogirên partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, xweştirîn pîrozbahî û silavên biratî û kurdayetiyê arasteyî we dikin. Hêvîdar in ku hûn di kar û xebata xwe de herdem ên serkeftî bin. Xwîşk û birayên hêja, di dîroka her neteweyekê de, bêguman, bûyer, rûdan û kesin hene ku di nav rûpelên wê dîrokê de ciyên berz û bilind standine. Lewre jî ew netewa bi wan serbilind e, hergav bi giramiyeke bêhempa wan bi bîr tîne; bi bîranîna wan û bi rêzgirtina li wan, ew netewe dixweze li xwe û li stûnên dîroka xwe û li hemû wan mûman xwedî derkeve, yên ku dîroka wê ronî kirine. Damezrandina Partiya Demokra ya Kurdistana Îranê jî, helbet, yek ji wan rûdanan e, yên ku hertim di bîranîna mirovê kurd de stêrkine geş û ronakdar in. Lewre ku berî 62 salan û di demeke pir dijwar û aloze de, demeke ku gelê kurd toşî gef û gurên nemanê dibû û bi awayekî zor hov û dirinde şerê wî dihate kirin, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed ê nemir hate damezrandin. Ev gav jî bo ronahiyek ku li ber tava wê li hersê perçên din ên Kurdistanê jî pişt re partî hatin damezrandin. Xwîşk û birayên hêja, ji roja ku Kurdistan hatiye dabeşkirin û beşek ji xak û gelê kurd ketiye nav sînorên Sûriyê, xwîşk û birayên we li wî beşî toşî siyaseteke şoven û projeyine nijadperest dibe. Stem û bêmafîtiya li vî beşî, helbet, ne kêmtirî ên li beşên ditir e. Bi ser de jî hîn dora 300 hezar xwîşk û birayên we yên bêguneh li Sûriyê bê nasname û mafê hemwelatiyê hatine hêştin. Li hember vê siyaseta şoven û projeyên nijadperest ya destlata bee’s Tevgera Kurd li Sûriyê, di nav de jî partiya me, bi awayekî demokrat û aştiyane ji bo bidestrxistina mafên netewî yên rewa û destûrdayî têdikoşe û dixebite. Hêvî û baweriya me pir bilind in ku gelê me li her çar perçên Kurdistanê dê – dûr an nêzîk – bi ser keve. Çunkî hêza wî ji dadmendiya doza wî û bîranîna bi hezaran pakrewanên nemir e, yên ku wî di riya azadî û serbestiya xwe de pêşkêş kirina. Bi ser de jî dem ne dema berê ye; dem dema parastina maf û azadiyan e. Li dawiyê careke din em, weke rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, xweştirîn pîrozbahî aresteyî serkirdayetî, heval, dost û cemawerê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dikin, Hêvîdar in ku rojên li pêş rojên azadî, demokrasî û wekheviyê bin. Bijî azadî, demokrasî û wekhevî Serkeftin bo doza netewa kurd li seranserî Kurdistanê 16-ê Tebaxê 2007 Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ
|
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |