|
25/1/2008 Bi boneya 62 a liya komara Kurdistan li mihabad nûnerê partiya me partî yekîtî demoqratî kurd li suriya berêz mehmûd mihemed bavê sabir birûska pîrozbahiyê araseyî hizba demokratî Kurdistan îran û gelê kurdistana rojhelat kir ya deqawê li jêre. Berêz mustefa hicrî sekreterê giştî hizba demoqrata îranê ê xebat ker Berêzan endamê deftera siyasî û serkerdayetî hizba demokrata îran ên xebatker Pêşmerge û layingerê hizba demokrata îran Beşdarên giran buha Silaw u rêz : Dilşad dibim binavê xwe û serokê partiyame partî yekîtî demoqratî kurd li sûriye germtirîn pîrozbahî araseyî cenabê we bikim û diriya wede li miletê kurd li rojhilatî Kurdistan bikim bi boneya şêst û dusaliya damezrandina komara Kurdistan li rojhelatî Kurdistan bi serokatiya pêşewa qazi muhemed . Beşdarbûyên berêz : Ji we nayê veşartin damezrandina komara Kurdistan di çilên çerxa bîstande rolek gelek mezin hebû li ser geşbûna heste netewî li seranserê Kurdistan , û komar bûbû wek çirakek geş tîşkên xwe davêtin seranserî Kurdistan û tariya her çar dagîrkera êxistibû li ser Kurdistan ronîdikir , lê bedaxewa careke dî komar Kurdistan bû qurbana bercewendê nav dewletî wek parvekirina Kurdistan li ser çar dewletê herêmê (turkiye- îran-iraq- suriye) bona bercewendê navdewletî û hemû zor û setemê dihatin meşandin li ser gelê kurd ji aliyê her çar dewleta û xwestina wan kurda bikin( faris- yan turik- yan ereb). Hevalên xebat ker: Bîranîna şêst û dusaliya komara Kurdistan tê ku herêm bi tevayî û kurdistan bi taybetî bi ber gorankarên mezinde diçe û ne hêlana rêjîmên dektator û tek hizbî û belavkirina demoqrasiyê û rêzgirtin li mafê mirovan evên han ji me tên xwestin wek tevgera kurdî û kurdistanî em xwe amade bikin bona van guharîna bi damezrandina hevbendiyên kurdî û yek kirina daxwazê netewî kurdi li her parçekî û hûnandina têkiliyan bi opozisyona gelên ku li her perçekîde dijîn û bi vê boneyê hîvîdarim ji tevgera kurdî li rojhelat bi tevayî û bi taybetî hizba demoqrat hizba pêşewa û qsimlo û seîyd şeref kendî bi zotirîn dem û kat karbikin bona yekbûna biryara kurdî bi damezrandina bereyek kurdistanî û bi yek gotin guftûgo bi opizisyona îranîre werê kirin bona damezrandina bereyek demoqrat bona îranek demoqrasî fedralî her netewek bi mafê xwe şabibin di çarçewa dewleta îrana fdralde . Careke dî pîrozbahiya xwe û partiyame û gelê kurd li rojava araseyî gelê kurd li rojhelat dikim Bijî kurd bijî Kurdistan Mehmûd mûhemed bavê sabir Endamê deftera siyasî ( p -y-d-k-s) nûnerê hizib li Kurdistan |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |