|
24/3/2007 Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve 28-30ê Nîsanê Gteborg-Sweden Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de, li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê, lidardikeve. Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa alîgiriya welatê xwe û pişgiriya doza xwe dikin, dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve dicin, berbi peyam û rade û taybetmendiyên vê nasnameyê ve, bêyî dudilî, biryara çûyînê didin. Em carek e din, bi vê kongireyê, alîgiriya hibrê, ximav û diyalogê dikin û em bawer in jî, ji hemî deman bêtir, ku rola me, wek rewşenbîr, rehdaçikandina gotara hişyariyê ye û berfirehkirina bazinên danûstendin û diyalogê û di gel hemî nakokî û cihêwaziyan pejirandina yê din û geşkirina karê hevbeş e. Em dê wisa bi gavine jixwebawer mûma sêyemîn a Hevgirtinê vêxînin. Em ê hewl bidin ku tiştekî ciwantir pêşkêşî nasname, bûnewerî û mercên hebûna xwe ya li van welatan bikin, da ku em bişên şadî û kêfxweşiya wendayî biafirînin; şadî û kêfxweşiya ku serdest û dagîrkeran ew ji me dizîne. Em ê hewl bidin gotinê biafirînin; gotina rewşenbîrane ya ku ji bilî wê çi tiştekî me nîn e. Em ê hewl bidin ku ji wan gotinên spehî qefdên reyhanan bo dîroka xwe, bo xewnên xwe, bo niyaz û arezû û mebest û armancên xwe çêbikin û çanda evînê, hezkirinê û xweşewistiyê biçînin û wê bi hizr û dilsojiyê avbidin. Çanda evînê, çanda dilpakiyê, ku bi salan e em ji wan bêbêpar in. Evîn û hezkirin û narîniya hest û ramanan di şûna dexisîn û hevûdû ji holêrakirinê. Hevûdû himbêzkirin û desthejandin di şûna zikreşî û bêbextî û kirêtiyê de. Bi heman gave, em ê ji dil û can, bi hestdariyeke bêhempa jî danûstendinê bi şîniyên xwe re bikin; şîniyên me yên nirxdar û giranbuha ku em dixwazin bibin bîranînên me. Em dê bi dilsojî û destpakî danûstendinê bi kêfxweşiyên xwe re jî bikin û em dê têbikoşin da ku ew xweşî nîşana diweroja ax û neteweya me be. Em nîşanên vê yekê îro, di Newrozan de, di Newrozvanan de, di salveran de, li deşt û çiyê û li penagehan, di rûdan û bûyeran de, bi çavan, ronak û zelal, dibînin. Em jî destên xwe dirêjî hemî ronahiyan û hemî xetîreyan dikin, bi mebesta ku giyanên me berbi azadiyê ve bibin. Cara sêyemîn e ku em hêviya xwe ya narîn û tenik lidardixînin, mîna ku em wan dastanan, efsaneyan û serpêhatiyên ku me bihîstibûn û dîtibûn, aniha, ji nû ve, wan bibêjin û di wan de bijîn; Dastan, afsane û çîrokên wî welatê ku ne dûrî me ye, welatê ku ji me ne xerîb e û em jî jê ne xerîb in. Em ê bi helwestên we, bi dilşadiya we bikaribin xwe xurtir bikin, em ê bi peyv û beşdarbûna we, bi pêşniyaz û xweragirtina we, xweragirin û xwe bigihînin asta ku hêjayî rewşenbîriyê be. Em Kongireya xwe ya sêyemîn li bin sîwaneya evînê, baweriyê, dostaniyê li dardixînin û doza amadebûna rewşenbîran dikin. Werin derdên xwe, helwestên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe li bin vê sîwaneyê bibêjin û binivîsînin. Werin em rû bi rû hev bibînin û aşkera gazinan ji hev bikin! Werin, em bi we mezintir dibin û em ê bi beşdariya we ya jibo parastina çand û ziman û wêjeya kurdî serbilindtir bibin jî. Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve Komîteya Kargêr 23. 03. 2007 Bo têkiliyan: |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |