|
24/1/2007 JI BO RAYA GIŞTÎ/HEVKARÎ - DANÎMARKA Em wek Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Danîmarka (Hevkarî-Danîmarka) girtina serokê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê, Mihyedîn Şêxmûs Alî, bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji Dewleta Sûrîyê dikin ku vê girtina bê huqûqî bi dawî bînê û serokê PYDK-S di zûtîrîn wext da azad berdê. Di roja 20.12-2006’an da sîyasetmedar, nivîskar û ronakbîrê kurd Mihyedîn Şêxmûs Alî li bajarê Helebê ji alîyê hêzên Dewleta Sûrîyê va hatîye girtin û heta îro jî cîhê ku ew birinayê ne dîyare. Dewleta Sûrîyê ne cara yekeme ku sîyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurd bi awayekî nemirovane binçav dikê, tade û îskencê li wan dikê û di dawî da jî li ser bingehekî derewîn û bê huqûqî ceza dikê. Dewleta Sûrîyê û Rejîma Baas ya totalîter û diktator li hemberî gelê kurd gelek caran qetlîam û jenosît pêk anîye. Di meha Adara 2004’an da bi sedan kurd kuştin, bi hezaran birîndar kirin û dîsan jî bi hezaran kurd binçav kirin. Gelê kurd li Sûrîyê ji hemû mafên xwe yên însanî û neteweyî bêpare. Ji ber zilm û zora ku dewleta diktator li kurdan dikê jî welatparêz û sîyasetmedarên kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê herdem bi awayekî astîyane û demokratîk dengê xwe li dijî Rejîma Sûrîyê bilind kirine. Gelê kurd ji bo ku mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bistînê dixebite. Ji bo ku tekoşîna gelê kurd çavtirsandî bikê û hêzên aştîxwaz û demokratîk ji holê rakê û lewaz bikê jî, Rejîma Baas sîyasetmedar û ronakbîran digrê û tavêjê zîndanan. Em bangî raya giştî ya Danîmarka û Cihanê dikin ku li dijî girtina Mihyedîn Şêxmûs Alî bêdeng nemînin û em daxwazê ji Wezareta Dervayî Welat ya Danîmarka dikin ku bi awayekî fermî berdana sîyasetmedarê kurd ji Dewleta Sûrîyê bixwazê. Herwiha em daxwazê ji Komela Mafên Mirovan û Amnesty International dikin ku girtina Mihyedîn Sexmûs Alî di nêzîk da bişopînin. Em wek Hevkarî-Danîmarka, ku ji 12 partîyên sîyasî pêk tê, ditirsin ku hêzên şoven yên Dewleta Sûrîyê tiştên xerab bînê serê Mihyedîn Şêxmus Alî. Di derheqa jîyana wî da Dewleta Sûrîyê tu agahdarîyan nadê malbata wî. Em wek kurdên hemwelatîyên Danîmarka bi vê bûyerê gelek ne rehetin û dûbare daxwaz dikin ku Hûkûmeta Danîmarka xwedî li sîyasetmedar û ronakbîrê kurd derkevê û ji bo azadkirina wî bixebite û hevl bide. Hevkarî-Danîmarka , 13.01.2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |