NEWROZ

نوروز


23/8/2007

Xebatkar Edîb Îbrahîm ji nav me bar kir

Ne tenê dilê me, belê dilê her dost û hevalê ku mamoste Edîb Îbrahîm* nas dikir bi nûçeya koçbarkirina wî ya dawiyê xemgîn bû.

Nemir Edîb Îbrahîm, ku hîn ji biçûktiya xwe de bi doza gelê xwe yê kurd, bi Kurdayetiyê mijûl bû bû û ta roja koçbarkirina xwe ya dawiyê hevalekî jîr û dilsoz ya tevger û partiya xwe ma bû, ne tenê hevalekî partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû. Ew bi helwest û xebata xwe hevalê hemû partiyên kurd bû, hevalê tevgera kurd bû. Ew berî hertiştî kurdparêz bû – kurdayetî li ba wî hertim di ser hertiştekî din re bû. Ev jî rastiyek e. Lewre tevî zor û dijwariyên nexweşiya xwe ya giran wî tu rojan sistî û lawazî ne xisti bû kar û xebata xwe. Tersî wê ew hertim hevalkî jîr û çalak bû – çi li welêt û çi li biyaniyê. Di axaftinên xwe de, ne tenê bi hevalên xwe re, hertim babet û mijara wî derd, vîn, daxwaz û armancên gelê kurd bû; kurdayetî bû kurdayetî, ne ti tiştekî din. Lewma jî gava ew gelek nexweş ket û nema dikarî karê rêxistinî bike, hevalên wî di konfiransa 5-ê ya Rêxistina Ewropa de (04/2004) ew dîsan jî weke hevalekî Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa hilbijartin. Her weha ji ber pêgirî û dilsoziya wî bi bernema û tozika partiyê re û girtina berjewendiyên gelê kurd di ser hertiştekî din re konfiransa Rêxistina Ewropa (Gulana 2006-ê) biryara xelatkirina wî girt. Li ber ronahiya wê biryarê jî Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa xelata partiyê ya zêrîn pêşkêşî rehmetî kir.

Xebatkarên ku partîtî li ba wan tenê alav û kurdayetî armanc be, helbet, kî dibin bila bibin, herdem di dilê gelê xwe de dimînin. Ew namirin. Xwedîderketina li wan hemûyan jî tenê bi riyekê dibe: bi kokirina partîtiyê û bilindkirina ala kurdayetiyê; bi xwedîderketina li vîn, armanc û daxwazên gel û girtina wan di ser hertiştekî din re. Em soz didin hevalê xwe ku dê partiya wî her li ser wê riya kurdayetiyê bimîne, riya girtina berjewendiyên gelê kurd di ser her tiştekî din re.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî, tevgera kurd û tevaya gelê kurd re hêvî dikin û dibêjin: Bila ciyê wî her Buhuşt be. Serkeftin jî helbet dûr an nêzîk ya doza gelê me ya netewî, demokrat, rewa û dadmend e.

Bijî azadî, demokratî û wekhevî

Duşem, 20.05.2007

Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê                         


* Piştî naxweşiyeke dûvdirêj roja Şemiyê, 18.08.2007-an li Almaniya / bajarê Aachen-ê xebatkarê kurd Edîb Îbrahîmd (55-salî) jiyana xwe ji dest da. Ew ji Herêma Kurdaxê bû û çend sal in koçberî Almaniyayê kiri bû. Rehmetî Bavê du zarokan (Pêşrew û Zeredeşt) bû.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]