|
23/5/2007 Daxuyaniya encama konfiransa şeşê ya Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a kurd li Sûriyê Piştî lidarketina konfiransên şaxên Rêxistina Ewropa ya partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, konfiransa Rêxistina Ewropa, ya ku bi navê “konfiransa xelata zêrîn” hatiye binavkirin, di rojên 12.-13.05.2007-an de bi beşdariya nûnerên hemû rêxistin û şaxan di bin dirûşmeyên jêrîn de hate lidarxistin: – Xebat ji bo avakirina encûmeneke revenda kurd li Ewropa – Xebat ji bo lidarxistina kongirekî netewî kurdî û pêkanîna yekîtiyên rêxistinî – Hertişt ji bo avakirina ragihandineke pêşketî. Di konfiransê de nûnerên şax û rêxistinên partiya me, yên ku ji sêzdeh dewletên ewropî hati bûn, beşdar bû bûn. Civata sereta ya konfiransê bi sirûda netewî Ey Reqîb û bi rawestandina kêliyeke bêdeng li ser giyana pakrewanên Kurd û Kurdistanê des pê kir. Dûre jî nameya Komîteya Serkirdayetiya Partiyê hate xwendin. Di pey re jî gotinên partî û rêxistinên mêvan û birûskên ku ji konfiransê re hati bûn şandin, hatin pêşkêşkirin. Pişt re jî hinek heval û kesayetiyên welatparêz, ku berê Komîta Rêxistina Ewropa li ser rawestiya bû û biryara xelata wan girti bû, ji ber xebat û çalakiya wan hatin xelatkirin. Loma jî konfirans di dû re bi navê “konfiransa xelata zêrîn” hate binavkirin. Li dawiya civata sereta jî berpirsiyarê rêxistina Ewropa gotineke rêzanî pêşkêş kir. Civata taybet ya konfiransê bi gotina telefonî ya serokê Partiyê rêzdar Îsmayîl Omer dest pê kir. Berî ku Komîteya Ewropa rapora xwe pêşkêş bike komîteyek ji bo rêvebirina konfiransê hate hilbijartin. Di rapora Komîta Ewropa de li ser hemû rewşan (rêzanî, rêxistinî, çalakî û kêmkasî, diravî … û hwd.) hati bû rawestandin. Di warê rêzanî de rapor bi ferehî li ser guhartinên li herêma Rojhilata Navîn û pêdiviyên nû, yên ku ev guhartin dixin stûyê Tevgera Rizgarîxwaza Kurd, rawestiya bû. Di vî warî de raporê bi zelalî da xuyakirin ku rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter “welat tev kiriye zindaneke mezin û hêzên xwe yên ewlekariyê jê re kirine dergevan. Desthilateke weha, helbet, ne dixwaze û ne jî dikare tu çareseriyê ji kêşeyên niştimanî re, di nav wan de jî doza gelê kurd, bibîne. Ji ber van sedeman guhartina demokratane ya aştiyane pêwistiyeke niştimanî, netewî, herêmî û navnetewî ye jî, ku bi lez û bê dudilî tê xwestin. Ev guhartin jî, bê guman, di pileya yekê de erk û stûbariya hêzên rikberiya Sûriyê serûber e. Ji bo vê armanca pîroz yekgirtina hêzên rikber yên Sûriyê serûber giringiyeke xwe ye dîrokî di vê qonaxê de heye. Di vî warî de ‘Ragihandina Şamê’ ji bo yekgirtina opozisyona niştimanî, dawîlêanîna totalîterî, stemkarî û yekpartîtiyê û pêkanîna guhartinên demokrat li Sûriyê gaveke pîroz e. Di ser van hemûyan re divê doza gelê me yê kurd weke dozeke niştîmanî ya herî sereke bête nasîn û xebat ji ber ve bête kirin. Ne tenê li Efrîn, Kobaniyê, Girê Sipî û Cizîrê, lê belê li seranserî Sûriyê. Gelê me, yê ku ji berê û paşê de li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, maf heye ku li gor yasa, bîrdoz û zagonên bingehîn yên navnetewî û mafên gel û neteweyan hemû mafên xwe yê netewî yên rewa û dadmend bi dest xîne. Ev jî berî her tiştî bi yekbûna me Kurdan û bi xebata me ya hevbeş ligel pêkhatiyên Sûriyê yên curecur tête meydanê…”. Herweha raporê dupat kir ku “îroj ji hemû rojan bêtir, tekoşîna gelê me yê kurd pêdivî bi yekgirtina ref û rêzên tevgera siyasî heye, da ku rêz li rasteqînî û rewaya pirsa kurd li Sûriyê bête girtin û bête pejirandin; da ku gelê me cihê xwe yê xwerist di pêşeroja Sûriyê de, ev welatê ku divê welatê kurd, ereb û pêkhatiyên din yên vî welatî be, bigre”. Warê rêxistinî ciyekî taybet di rapor û danûstandina hevalan de hebû. Li rex diyarkirina aliyên erênî û neyênî yên di sê salên borî de rû dane raporê diyar kir ku “mirov dikare bêje ku rêxistina me li Ewropa dikarî bû, di pêvejoya van sê salên borî de, xwe biparêze û heta bi radeyekê kar û xebata xwe bi pêş ve jî bibe. Herçendî ew ne li gor hêviyên me tevan be jî”. Herweha hate diyarkirin ku “li herdu welatan, Nemsa û Swêsra, rêxistina me gelekî bi pêşde çû. Nuha li herdu welatan gelek heval û rêxistinên bi rêkûpêk hatine avakirin. Li şaxên din jî rêxistin yan berve pêşdabûnê bûn, yan bi kêmanî di asta xweparastinê de bûn”. Konfirans li ser kar û çalakiyên bûyî rawestî û ew bi giyaneke hevalane nirxandin. Herweha ji bo hîn bêtir pêşdebirina kar û xebatê hinek rexin, pêşniyar û biryar hatin wergirtin, nemaze jî di warê pêşdebirina şêweyên ragihandin û têkiliyan de. Herweha biryara avakirina komîteyekê ji bo amadekirina projeyekê ji bo hemawazkirina kar û xebatê bi rewşa Ewropa re hate girtin. Herweha li ser rewşa ragihandinê û ya diravî jî bi firehî hate rawestandin û şirovekirin. Li dawiyê jî hinek pêşniyar û biryar di van waran hatin wergirtin. Li dawiya konfiransê beşdaran bi awayekî demokratane berpirsiyarê Rêxistina Ewropa hilbijartin. Herweha li gor peveka tozika Partiyê nivîsgehek ji sê hevalan (berpirsiyarê rêxistinî, yê têkiliyan û yê ragihandinê) hate hilbijartin. Hevalê berpirsiyarê Ewropa bi gotinekê spasiya komîteya kevin û hemû beşdarên konfiransê bona cefakêşiya wan ya va dema borî kir. Pişt re jî ligel komîteya nû sonda partiyê xwar. Hêjayî gotinê ye ku konfiransa me bi awayekî serkeftiyane û giyaneke hevalane bi dawî bû. Hemû heval jî bi viyan û hesteke xort ji bo karekî hîn baştir û serkeftîtir konfiransa xwe bi dawî anîn. Serkeftin ji doza gelê me ya netewî, demokrat û damdmend re Bijî azadî, demokratî û wekhevî Almaniya, 18.05.2007 Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |