NEWROZ

äæÑæÒ


23/3/2006

NÎŞANA AZADİYÊ Û BERXWEDANÊ NEWROZ PÎROZ BE!

Gelên arî û hin gelên cîran bi hezar salan e, Newrozê wekî cejna sersalê pîroz dikin. Li Îranê teqwîma resmî sersal roja 21ê adarê destpê dike. Gelê cîran wek Azerî, Tacik, Turkmen û Kirgiz û Kazak jî vê rojê ligor adet û torên xwe pîroz dikin. Pîroziya van gelan bêhtir bi guherînên di xwezayê ve girêdayî ye. Piraniya van civakan Newrozê wek hatina buharê, rojên xweş pîroz dikin. Eger Tirk jî Newrozê pîroz bikin, ev cihê keyfxweşiyê ye. Lê heta çend salan berê jî li Tirkiyeyê di nav Tirkan de adeteke wisa nebû. Newroz ji bo dewleta Tirk cejneka Kurdan dihat dîtin û wek rojekî „cudaxwazîya Kurdan“, rojeka tirs û xofê bû. Newrozê qedexe dikir. Dema Newrozê de êrîş dianîn ser şahî û çalakiyen Kurdan û gelek caran insanên bêguneh dikuştin. Ev siyaseta dewleta Tirk ji wateya Newrozê tê.

Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneka xwezayî û tradîsyonele, heman demi rojek wisa ye ku bûye sembûla berxwedana gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê. Ev aliyê Newrozê dewleta Tirk ya dagîrker ditirsîne. Salên borî dewletê Newrozê qedexe kir, terorîze kir. Lê dît ku bi siyaseta êrîşkar nikare pêşî lê bigre. Van çend salên dawî di bin navê „NEVRUZ“ê de xwedî lê derdikeve, destpê kirine dibêjin ev cejna Tirkan ya kevnare ye (!). Armanca dewletê ew e ku naveroka NEWROZê jibo gelê Kurd pûç bike, ber avêtî bike, ji armancên azadîxwaziyê dûrbixe.

Tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê divê li vê leyistika dewleta Tirk şiyar be û Naveroka NEWROZê ku sembola berxwedana gelê Kurdistanê ye, biparêze û xurttir bike. Newroz, NEWROZ e, ne nevruz e! Newroz ne tenê destpêka biharê ye, herwisa sembûla berxwedanê ye, sembûla Kawayê hesinker e ku li dijî Dehaqê zalim ser hildaye. Îro jî NEWROZ sembûla têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê ye li dijî rejîma militarîst-kemalîst! Newroz, heta miletê me bigihe mafên xwe rewa dê bimîne wek sembûla berxwedanê! Leyistikên dewleta Tirk dê nikaribin biserkevin. Em divê rê nedin vê rejîma dîn dijminê Kurd û Kurdistanê.

NEWROZ, nîşana yekîtî û hevxebata Kurd û Kurdistaniyan e. Em bi vê minesebetê bangî hemî Kurd û Kurdistaniyên welatperwer dikin, divê em peywendiyên xwe xurttir bikin, hevpeymanî çêbikin û bi hev re dam dezgehên netewî hevbeş damezirînin, têkoşîna azadîxwaz li bakurê Kurdistanê geştir bikin.

Yekgirtin û hevxebata hêzên welatparêz misogeriya têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Dirûşmên me yên NEWROZa îsal, gurrkirina xebatê li bakurê Kurdistanê, parastina destkeftiyên Kurdistana azad, li hemî deverên dinê xwedî lê derketina nasnameya Kurd û Kurdistanî, xurtkirina bixwebawerbûniya kesayetiya Kurd û Kurdistanî û her wisa parastin û pêşxistina çanda kurd û zimanê kurdî!

Em xelkekî xwedî dîrokeka çendîn hezar salan in; me welatekî heye ku bi sedan nifşe bav û kalên me li ser vê axê jiyane û pişkdarên medeniyeta efirandî ne!

Hemî Kurd û Kurdistanî divê em xwedî li vê dîroka xwe, li welatê xwe, li miletê xwe û li hemî tiştên xwe derkevin, bi vê serbilind û serfiraz bin. Helbet pêwiste em rêz li hebûn û jiyana yên xeyrên xwe, cîranên xwe jî bigirin. Lê rejîmên cîranan ku li tunekirina me digerin û ji vê siyaseta xwe ya xwînrêj dest bernadin, divê em dijî van rejîmên dijmin jî berxwedana azadiyê û demokrasiyê bi camêrî bidomînin. Di serî de Dewleta Kurdistanê ya Federa û tevî tevgera welatparêza Kurdistanê îro li Rojhilata navîn bûye serkêşê têkoşîna demokrasiyê û modernîzmê û roleke dîrokî bicîhtîne. Em bi vê xebata xwe serfiraz in û bawer in, dê serkeftin ya gelê Kurdistanê û hêzên hevçax be.

Bi van hestên kurdperwer, em cejna netewî ya gelê Kurdistanê û sembûla berxwedanê NEWROZa we pîroz dikin.

PDK-Bakur

Sekreteriya Ragihandinê

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]