NEWROZ

äæÑæÒ


22/12/2006

Daxuyanî

Derdora demjêr 7ê êvarî 20/12/2006an, mamoste Mihyedîn Şêx Alî- sekreterê partiya yekîtiya demokrat a kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ), ji çayxan NEXÎL ya nêzîkî taxa Mehta Bexdad, ji bal dezgeha ewlekariya leşkerî ve hate girtin û ew birin cihekî ne diyar, ta niha rewşa wî ne diyar e.

Em vî şêweyê girtina hovane protesto û şermezar dikin, daxwaza serbest berdana wî yelser dikin, herweha, em dixwazin ev girtinên tersî zagona Sûriyê û zagonên navnetewî bêne rawestan, ev girtinên ku mafên nerîn û derberînê tune dikin.

Di nerîna me de, armanc û mebesta rijêma Sûriyê ji vê girtinê terorkirina xebatkarên gelê me yê kurd li Sûriyê ye, da ku wan ji vîn û xebata netewî dagerînin û çavê gelê me bişkînin, armancên gelê me di avakirina welatekî azad û serbest de ku cihê zordestî û cudahiya netewî têde tune be ji hole rakin.

   Em bang li hemî alêgirên azadiyê û piştgirên doza gelan û mafên mirovan, hêzên demokrat û welatparêz dikin ku dengên xwe dij vî karê ne mirovane bilind bikin, kar û xebatê ji bo serbest berdana hevalê me Mihyedîn Şêx Alî bikin, aramiyê li dost, kes û hevalên wî vegerînin

-                     Azadî ji heval Mihyedîn Şêx Alî re!

-                     Azadî ji hemî girtiyên nerîn û derberînê di zindanên rijêma Sûriyê de re!

Komîta rêzanî ya

Partiya yekîtiya demokrat a kurd li Sûriyê

20/12/2006

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]