NEWROZ

äæÑæÒ


20/5/2007

Xebatkar Ehmed Îbrahîm ji nav me bar kir

Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçbarkirina dawiyê ya heval û xebatkarê kurd Ehmed Mihemed Îbrahîm* bihîst.

Nemir Ehmed Îbrahîm ne tenê hevalekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bû. Ew bi helwest û xebata xwe hevalê hemû partiyên kurd e, hevalê tevgera kurd e. Ew berî hertiştî kurdparêz bû – kurdayetî li ba wî hertim di ser hertiştekî din re bû. Ev jî rastiyek e. Gava wî di sala 1992-ê de bi çalakî ligel hevalên din (ku ji wan gelek pişt re dibin hevalên wî yên zîndanê jî) daxuyaniya bi boneya salvegera 30-emîn ya projeya serjimartina awarte ya nijadperest bi dîwaran ve dikir wî ne ji bona bilindkirina navê partiya xwe, lê belê ji bona rûreşkirin, riswakirin û şermezarkirina nijadperstiyê bû; bona bilindkirina dengê gelê kurd bû. Loman jî me nemir weke endamê kurdayetiyê didît, ne ku tenê endamê partiya wî. Ji ber hîngê jî ew di sala 2003-ê de yek ji wan xebatkaran bû, yên ku me ji bo wergirtina xelata zêrîn ya partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, binav kiri bûn.

Xebatkarên ku partîtî li ba wan tenê alav û kurdayetî armanc e, helbet, kî dibin bila bibin, herdem di dilê gelê xwe de dimînin. Ew namirin. Xwedîderketina li wan hemûyan jî tenê bi riyekê dibe: bi kokirina partîtiyê û bilindkirina ala kurdayetiyê; bi xwedîderketina li vîn, armanc û daxwazên gel û girtina wan di ser hertiştekî din re.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê sersaxiyê ji malbata wî, partiya wî, tevgera kurdî û tevaya gelê kurd re hêvî dikin û dibêjin: Bila ciyê wî her Buhuşt be. Serkeftin jî helbet dûr an nêzîk ya doza gelê me ya netewî, demokrat, rewa û dadmend e.

Bijî azadî, demokratî û wekhevî

Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê 

Sêşem, 15.05.2007

----------------------------------------------------------------------------

* Di bûyereke trafîkê de roja Şemiyê, 11.05.2007-an, li Almaniya (nêzîk bajarê Vechta) xebatkarê kurd Ehmed Mihemed Îbrahîm (43-salî) jiyana xwe ji dest da. Parêzer Fêsel Bedir, yê ku pê re di tirimbêlê de bû, ji mirinê filitî û rewşa wî ya tendurustî ne ewqas baş e.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]