|
2/2/2008 DAXWIYANIYA PARTIYÊN KURDÎ LI SÛRIYA Di ( 24 . 01 . 2008 ) nûnerên van partiyên ku li jêr imzekirine civînek bi hevrekirin û di civînê de li ser rewşa siyasî ya niştimanî û netewî sekinîn , û astengiyên ku tên pêşiya xebata wan , û di dawiy vê civînê de van partiyan ev daxwiyanî belavkirin : Di dema ku tevgera siyasî ya niştimanî xebatek dîmoqatî berçav dikin , ku vê dawiyê ( Daxwiyanî Şam ) kongirê xwe li darxist û encûmenê niştimanî jê hate hilbijartin ku ji hemî beşên civaka sûrî pêk hatiye ( kurd , ereb , aşûrî , û kêmnetewên din .. ) , û kurd hebûnek wanî berçav û xwirt û çalak li vî kongirî hebû , herwiha tevgera kurdî jî gelek xebatên hêja kirine jib o lidarxistina kongirekê netwî kurdî ku lêvegerek û pirogramek siyasî jê were bijartin , div ê demê bi xwede de hinek dengên nenas û xerab û nezelal li vir û li dera din dest pêkirin bi rengê beyan û daxwiyaniyan derketin der , tênê ji behana bidin peydakirin ji şovînizman re ku ew bi xwe berê lê digerin ku li miletê kurd û tevgera wiye siasî bixin , û xebata wî beravêtî bikin , û xwediyê wan dengan kurdistana îraq kirin bingeh ji pîlanên xwere da ku , ji bo ku rêjîma sûrî li dijî herêm tûjbikin , û behana bidin dest wî , û ji wan xalên ku di wan daxwiyaniyan de hatine em li jêr wan dinivîsin : - sloganên xwe yên pûç ji Kurdistan îraqê belavdikin ku doza Şerê çekdarî dikin , daku astengiyan li ber hukûmeta herêm bi din peydakirin , û sûretê tevgera kurdî li sûrî bidin xerakirin , û rengê xebata wê ya rast bidin windakirin .. û nimûne ji van siloganan çekdar re : daxiyaniya ku rojnama ( Aso ) belavkirî di jimara xweya ( 20 . 01 . 2008 ) . - tewanbarkirin nûnerên partiyên kurdî bi dizî û wergirtina peran ji cihatên kurdistanî bi şeweyê raportên ewlekariyê û guhestina xeberan ji dijmin re, mina wê raporta derew ku li dijî nûsîngeha Silêmaniyê ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû kurdî li sûriya hatiye belavkirin di hin malperan de .. - hin kesên xerab diriya azadiya dezgehên ragihandinê yên herêmê kurdistanê re şerê serokatiya tevgera kurdî dikin û gotinên xerab li dijî wan dibêjin . lewma em te'ikîd dikin ku tevgera kurdî dûrî van xerabiyaye , û em cardin diyardikin ku tevgera kurdî li sûrî bawere bi xebata xwe ya niştimaî û dîmoqratî û aştî ve ku bi razîbûna xwe û li gor taybetmendiyên pirsgirêka xwe li sûriya me nîşankiriye , û ji bo karibin li pêşiya siysatên zordestiya nijadperestî bisekinin , û li pêşiya hemî pirojeyên şovînî jî ku li dijî miletê kurd tên meşandin , û ji bo pêkanîna mafên netewî ( yên siyasî û civakî û rewşenbîrî ) di bin siya sîstemek dîmoqratî li welêt . û ev peqpeqonkên ku derdikevin , xwediyên wan dixwazin rastiya tevgera kurdî têxin bin xerabiyê de , û rûçikên xebata wê jî xerabikin , û ji bo tûjkirin cûranan li dijî herêma Kurdistan , û çandina nakokî û berberiyê dinav kurdên sûriya de ku li Kurdistan dijîn , ji xwendevan û karkeran .. ji ber yekê , em van pîlanên xerab pirotisto û rûreş dikin , ewên ko tenê avê dibin ser aşê dujminê miletê . û di dawîde , em hêvîdikin ji siyasetmedar û rêvebirên herêma Kurdistan ku şiyarbin li dijî van pîlan û lîstikan , û li dij bisekinin û xwe ji wan bi parêzin ..
PRTIYÊN KURDÎ KU IMZEKIRINE : - Partiya Azadî Kurdî li Sûriya - Rêkeftina Dîmoqratî Kurdî Sûrî - Partiî Dîmoqratî Kurdî li Sûriya ( elpartî ) - Partiya yekîtî Dîmoqratî kurdî li Sûriya - Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriye |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |