|
2/12/2006 Daxuyan Piştî xebateke dûr û dirêj ( bêtirî pazde salan ), di warê fêrkirin û parastina zimanê Kurdî de , weke girêdana gelek civatan , fêrkirina bi sedan gelê me yê Kurd, çi bi alfebê yan rêziman û li sazkirina pirogrameke fêrkirinê ; Ramana avakirina saziyekê, ji fêrkirina zimên li Sûriyê û çêkirina tozikekê jê re , derket holê û xwe bi pêwîstî avêt meydanê . Ji ber wê û ta ku, ew raman ronî û jiyanê bibîne , reşbeleka tozika vê saziyê hate amedekirin û piştî şirovekirina wê reşbelekê di du civatên fere de , bi beşdariya gelek mamostên zimên ji seranserî herêmên Kurd û bajarên ku Kurd lê dijîn , li 3\4\2006 an de – cara yekê li seranserî Kurdistanê – biryara bi damezrandin û ragiyandina SAZIYA PARASTIN Û FÊRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI SÛRIYÊ hate standin. Gelo ! Ji ber ku , zimanê me hebûna me û merca yekîtiya gelê me ye û ji ber ku , tu rêdan fermî ji aliyê destlata Sûriyê ve , ji bo fêrkirina wê tune ye û bervajî wê qedexekirina wê heye , vêca banga me ji gelê me , tevgera me ya Kurd , dostên gelê Kurd re , ewe ku , piştgirî û alîkariya vê saziyê bikin û wê biparêzin . Hêjaye em we agahdar bikin ku, roja 4.8 . 2006Z – 2618K-an , roja girtna çar mamostên zimanê kurdî , ji aliyê destlatê ve , bû roja mamosteyên zimanê kurdî li Sûriyê . 29/11/2006 - Bijî gelê Kurd . - Herbijî zimanê Kurdî . Saziya parastin û fêrkirina zimanê Kurdî li Sûriyê SPFZK ***************** Saziya fêrkirin û parastina Zimanê kurdî li Sûriyê Zimanê Kurdî li rojhilata navîn , yek ji zimanên kevnar e . Ji hezar salan ve , bawerî, raman,adet,folklor ….. û hebûna gelê Kurd parastiye . Bi sedan dîroknivîs , helbestvan û nivîskaran , ew bi kar anîne . Lê mixabin , ji destpêka sedsala bîstan ve , gava nijadperestan xwestin miletê Kurd tune bikin; Berî giştî dest avêtin zimên û karanîna wê qedexe kirin . Li Sûriyê jî , helwesta rijîmê di tenga zimanê me re, qedexe û tunekirin e . Ji ber wê jî , ji her kurdekî tê xwastin li hember wan pîlanan raweste û pûç bike . Avakirina Saziya me , ji bo em kanibin di warê fêrkirin û parastina zimanê dê de , bi rêk û pêk bixebitin . 1.Armancên Saziyê : a. Piştgiriya axaftin û peyvandina bi zimanê dê : Di vî warî de , têvedana gelê me yê Kurd berve bikaranîna zimanê zikmakî bi hev re , li şûna zimanên dî ( di riya çalakiyan re ) .
Ev jî wê bi hemî şêweyên gengaz bê xebitandin { kors , CD …. ) 2.Avakirina Saziyê : a.Komîteyên mamosteyan: Ew ji mamostên alfabê û rêzimên pêktên , û stubariya wan fêrkirina zimanê dê ye ( alfabê , rêziman , xwendin , nivîsandin …..û H. W. D ). b. Komîteyên herêman : Li her herêmekê komîtak, ji nav mamosteyên zimanê kurdî, yên wê herêmê were hilbijartin . Bi şêweyekî rêkûpêk bicive û salê carekê komcivînekê ji mamosteyan re li dar bixe , têde kar û bar werin nirxandin , pilanên nû werin danîn û komîteyeke nû were hilbijartin . c. Komîteya rêvebir ya giştî : Divê komîta rêvebir ya giştî, ji pênc kesên hilbijartî avabibe , dudu ji parêzgeha Hesekê , dudu ji Helebê û yê pêncan ji Şam . ew ji nav komîteyên herêman yên her parêzgehekê tê hilbijartin . Komît bi awakî demkî dicive û rêvebiriya karê saziyê li dirêjiya salekê dike . 3.Stubariyên komîteyên herêman : -Bicihkirina pêdiviyên fêrkirinê , mîna : Mamoste , pirtûk , pere …. -Birêkûpêkirina fêrkirin û parastina zimên . -Bicîhanîna biryarên saziyê . -Her komîtek kane li gor rewşa xwe bixebite . -Li gor armanca saziyê, têkelî û pêwendî bi zimanhez û fêrkarên zimên, yên derveyî saziyê, di herêma xwe de . - Têkildarî bi komîteyên mamostan re . 4.Stubariyên komîta rêvebir ya giştî : -Têkeliyên ji bo zimên bi derve û hundir welêt re . -Hevgirêdana komîteyên herêman bi hev re . -Girêdana konfiransên giştî, ji bo zimên ,bi alîkariya komîteyên herêman, li gorî hewcedariyê. - Xwedîderketin li girtiyên zimanê kurdî . 5.Diraviya saziyê : Her komîtek herêmî, di diraviya xwe de serbixwe ye . Lê xerciya komîta rêvebir, ji diraviya komîteyên herêman e. Çavkaniyên diraviyê : -Alîkariya hemî dostên Kurdan . -Camêrî û alîkariya welatiyên Kurd. -Alîkariya partiyên Kurd . -Alîkariya saziyên zimên li welêt û derve . -Firotina pirtûkan . 29/11/2006
|
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |