NEWROZ

äæÑæÒ


19/3/2007

KONGRA PARÎSÊ YA DUWEMÎN JI BO YEKBÛNA RÊZ Û DENGÊ DOZA KURD

Bê gûman, pêkhatina Dewleta Sûriyê bi şêweyê xwe yê erdnîgarî û miletî yê îroj, berhema bihevçûnên siyasî û li hevanîna berjewandiyên hêzên navnetewî yên ku biryar, wê demê, di destê wan debû. Tevlî paşmayînên dewleta Osmanî, piştî şerê cîhanê yê yekê, hin soz û peyman peyda bûn, bi taybetî yên Saykês Pîko, û Lozan ê, ku perçekirina erdnîgarî û miletî hebûnek jê re çê kir, û stratîciya hêzên serkeftî di cengê de ji bona parastina bercwandiyên wan hêsan kir. Yek ji wan berheman jî perçekirina Kurdistanê bû. Di navbera çar dewletan de :  Turkiyê, Îranê, Îraq  û Sûriyê, ew perçebûna hanê yek ji serektirîn neheqiyên dîrokî yên ku bi serê gelê me yê Kurdistanê de hati bûn. Armanc jê ew bû ku gelê kurd û Kurdistanê ji holê werin rakirin. Tevî wê jî, gelê Sûriyê, bi Kurd û ‘Erbên wê, û temamiya gelên din jî, heya bi azadkirina welêt xebat kirin.

Ji wê demê ve û heya roja îro, û ji hêla hemî hukumat û rêjîmên li dûhev hatine , mafê gelê kurd li kurdistana Sûriyê tê daqurtandin, windakirin  û şewtandin; gelê Kurd tê çewsandin û rola wî di biryara siyasî ya welêt de tê tunekirin.  Kiryarên nijadperestî û şofînî weke kembera ‘Erebî, Hejmartina awarte ya sala 1962 yan, ‘Erebkirina Kurdan, armanca serekîn a rêjîmê û kesên nijadperest ew bû ku miletê kurd di nav miletê Ereb de bidine bişavtin û winda kirin, nasnametiya gelê kurd bidine rakirin, wekî bûyerên 12 ê Adara 2004 an ku li  bajarê Qamişlo û li seranserî herêmên Kurdî, û deverên din ji Suryê ku hin kurd lê bi cih û war bûne.

Ji bo gurrkirin û rêkûpêkkirina xebatên hêzên gelê kurd û yên niştimanperwer, çi li hundur, çi li derve, û ji bo amedekirina nêrîn û axaftineka Kurdî ya tek û tenê ku pirsa Kurdî pirsa gelekî ye, li dirêjiya dîrokê li ser erdê xwe dijî, em ev ên ku li jêr mor dikin, gihiştine van pêşniyaran:

1-      Li gorî peyman û bendên navnetewî, Gelê Kurd li Sûriyê ji mafê wî ye ku mafên xwe yên netewî û demokrasî yên rewa û ta radeya mafê çarenûs, binase .

2        - Pirsa Kurd pirseka gelekî ye, xwedî dîrok e ; divê çareyeka dadmend û demokratîk  jê re were dîtin, divê wek miletekî hevbeş di welêt de bi wekhevî di destûrê de were nasîn, da ku mafên gelê Kurd û gelên dinê û baweriyên wan werin parastin ;

3         - Gelê Kurd li Sûryê bi jimara xwe digihê sê milyon kes, bêtir ji 300 000 kesî ji wan nasnam ji wan hatiye standin, Hîzama Erebî, Erebkirin hêjî berdewam e, divê seba van kirinan xebat bi hemû şêweyên siyasî û demokratîk werin kirin, da ku ew projeyên nejadperest û yasayên awarte  ji ser pişta gelê Kurd werin hilanîn, ziyana wan were standin ;

4        - Zimanê Kurd di Destûrê de wekî zimanekî fermî li herêmên Kurdî li rex zimanê Erebî were naskirin, hemû karîn û alîkarî jê re were peyda kirin da ku pêş keve û belav bibe ;

5        - guhartineka demokratîk û aştîxwez di welêt de were peyda kirin, çi yasa û projên awarte yên dadgehan, yên biryarên dewletê werin rakirin ; destên xwe ji ser siyasiyên çalak bikşînin, gitiyên siyasî  û yên bîr û ramanê azad berdin;

6        - Divê hêzên Kurdî li Sûriyê di zûtirîn dem de bibin xwedî nêrîneka yekgirtî da ku bibe serçavk, û tevgera Kurd di karên xwe de xwe lê bigre ;

7        - Peywendiyên hêzên Kurdî bi hêzên din yên welêt re kûr bibin, pêş kevin, ji bo parastina berjewendiyên herdu aliyan û aliyên dinê ;

8        - çareserkirina pirsa Kurd kilîta demokrasiyê ye û kilîta derketina Sûriyên ji van astengên îro da ku rewşeka sade pak û aram peyda bibe ;

9        - Pêwîst e ku komîteka navnetewî ya bêla ji bo naskirina rastiyan li ser pêlangên rêjîmê derbarê bûyerên 12.03.2004 de û li ser kuştina Şêx Me’şûq Xeznewî, were bi hev xistin, gunehkar werin girtin, ewên ku destên xwe di kuştiyên serhildanê de hene bikşînine ber dadgehan ;

10    - Jin û mêr di warên pêdivî û mafên xwe de yeksane bin ;

11    - Destûr were guhartin ; Benda 8-an were rakirin da ku tenêtiya Bas di desthelatdariyê de nemîne ; yasa 49 nemîne ; sezaya dardakirinê rabe ;

12    Zor û saw werin avêtin ;

13    - alîkarî û piştgirtina xebatên tevgera Kurd li perçên dinê werin kirin ; têkiliyên Kurdistanî yên birayane û hevrêz werin xurt kirin ;

Biryar :

Komîteka birêvebirin û bicîanîna biryarên vê kongrê, ji pênc endaman tê çê kirin, karê wan ewe ku di nava şeş heyvan de kar xebat û civînên xwe bikin, da ku   reşnivîsa destûrekê, û bi rêvebirina karê pêkanîna lêvegerke Kurd li derve,  û di nava van şeş heyvan de dibê ew destûr were îsbat kirin, û programek ji komîta ku were avakirin re were danîn.

Kngrê biryara da; divê ku piştgirî û alîkariya fidralîya Kurdistana Îraqê were kirin, û  ji bona çarsekirina dozên netewî di herêmê de ;weke nimûne were hilbijartin ;

Li dawîyê Kongrê daxwaz ji Hukûmeta Firensî, Yekêtiya Ewripa, Dezgehên Biryara Navnetewî, û Raya Gelemper kirin, ku piştgirî û alîkariya doza gelê kurd li Kurdistana Sûryê bikin, wekî ku doza gelê kurd li wir doza gelekî ji hemî mafan bê pare, û para wî hemî rengên xwelêxistin û komployane.

Hêz û rêxistinên amede bûnê :

Yek :

Partiyên hebenda Kurdî

-          Partiya Demokrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûryê

-          Partiya çep ya Kurd li Sûryê

-          Partiya Yekêtî ya Demokrat ya Kurd li Sûryê (Yekêtî)

-          Partiya Demokrat ya Kurd li Sûryê

Dudu :

Partiyên Henya Kurd li Sûryê

-          Partiya Demokrat ya Kurd li Sûryê (Elpartî)

-          Partiya Demokrat ya Pêşverû li Sûryê

-          Partiya Niştimanî Demokratî ya Kurd li Sûryê

Sisê :

Komîta birêvebirina Sê-beş

-          Partiya Azadî ya Kurdî li Sûryê

-          Partiya Yekêtî ya Kudî li Sûryê

-          Leqê ? ? ? Pêşerojê ? ? ? yê Kurd li Sûryê

Çar :

Partiya Yekbûn ya Demokrat li Sûryê

Parîs , 16/03/2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]