NEWROZ

نوروز


18/3/2008

Daxuyanî

Jibo raya giştî bi boneya bîranîna bîstemîn ya tiracîdiya helebçe şehîd

Di 16 ya adara 1988,rêjîma faşist ya bingor li bexda  fermana bombe kirina helebçe xweşewîst bi çekên kîmawî yên qedexe bi fermana nêv netewî û mirovatî , û ji hemû zagonên asmanî û dunyayî da , ew kareseta 5 hezar kes şehîdkirin ligel  10 hezar birîndar , bi gelemperî jî jin , zarok û pîr bûn û gelek şûnwarên perîşan ji mirov , ajl , giya û jingeh bitevahî û ev karesata kovanên wê gelekî kûrbûn bêdengiya seyr ji cîhanê û civaka nêvnetewî û komîteyên mafen gelan û pênezanî û bin cilkirina ku ji rêjîm û gelên ereb û musilmanan  , digel hêzên democrat û lêvegerên wan yên olî ta ku pişgirî û erêkirina ew tawana qirêj ji aliya hindek zor şovîn û nijadperest .

Ev tawana bi hemû pîvanên mirovane dikeve rêza tawanên dijî mirovatiyê û cînosayid û tête bijartin ji gewretirîn tawanên ew serdem û dibe nîşanek reş di rûyê tawan bar de û di dîroka rêpêdanên ew tawanan de , di katekê baweriya miletê kurd bi dadmendiya pirsa xwe berztir û kûrtir kir digel tekûzkirina berdewama xebata ku serkeftî bû li ser dijminan , û avakirina xewin û hêviyên miletê kurd bi Kurdistaneke firdral û saz û manên wê yê destûrî yasayî û rêvebirî ligel belavkirina beyama demokrat û wek hêvî di nav miletên kurdistanê û bicîkirana deselata zagonî di herêma de yak u bi asayîş û jiyan asayî xemiliye ligel pêşketinên bi nirx li hemû waran de , di kata ku qirêja dirokê bû cih û warê dijminan .

Em di bîranîna helebçeya şehid ya bîstemîn de xwe ditewînin bo xweîn û canê şehîdan û daxwazdikin ji deselata navendî li bexda ku ew fermanên ji dadgeha cînayetan ya îraqî derketibûn bicîbikin diderbareyî tawan barên karesetê , ligel berdewama lêgerînê bo pişkbir û alîkarên vê tawanê , û pêşkêşkirina lêborînê ji miletê kurd û daxwez dikin ji yekîtiya miletan –un- yekîtiya ewropî û rêxistinên mafên mirovan ku bi dûrçûna û pirsa sazûman û kompaniyên  ku rê û pişgirî bo rêjimê mirî bi hemû top û gasên jehr , û ew karesata bide ji tawanên komkujiyên û ji pîstirîn tawanên serdemê , û em hêvî dikin bi vê helkeftinê ku deselata îraqê ya fedral û hikûmeta herêa kurdisan ku hemû şêweyên alîkarî û hewkarî bidin malbatên şehîdan li helebçe ya şehîd û malbatîn enfalkirî .

Bi laşên ew şehîdan û rondikên sêwî û dayikan û bixwîna pêşmergên qehreman ligel zîrekbûn û helwestan bi hêz ya rêvebirya siyasî kuraistanî , ala pîroz li hemû bijar û gundan û ser çiyayên kurdistanê bilind bû .

-                      Serfirazî  û nemirî bo şehîdên helebşe û hemû şehîdên tevgera rizgarxweziya kurdî .

-                      Rûreşî û mirin bo tawan baran dijminên  gelan û mirovaiyê .

-                      Bijî kurd û Kurdistan.

Navê partiyan

-                       Partiya demoqrata kurdistnî îran

-                      Partiya sosyalistî kurdita psk

-                      Partiya demoqrata Kurdistan- bakur

-                      Partiya welatparêzên Kurdistan  p-w-d

-                      Partiya azadiya kurdistan p-a –k

-                      Partiya sazûmanî xebtî kurdistan

-                      Partiya azadî kurdî li sûriya

-                      Partiya yekîtî demoqratî urdî li sîriya

-                      Partî demoqratî pêşverû kurdî li sûriya

-                      Partî demoqratî kurd li sîriya  elpartî

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]