|
17/6/2005 PÎROZNAMEYE SEROKAYETIYA HERÊMA KURDISTANÊ
Birêz Mesûd Mustefa Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Hewlêr/KURDISTAN Birêz Serokê Kurdistanê, Serokayetiya Herêma Kurdistanê li cenabê we û li hemî kurdistaniyan pîroz be! Em, KOMÎTEYA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ, serokayetiya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Parlamena mesrû ve hatiye helbijartin, qonaxeke gelek mezin, dîrokî, rewa û layiqî cenabê we dibînin. Kifskirina postê serokayetiyê bo Herêma Kurdistanê, encama têkosîna miletê kurd î dûrûdirêj e; serkeftina azadî û demokrasiyê ye. Bi saya yekîtya miletê kurd û siyaseta rasteqîn, dostên me dilsad in, gelê me serbilind û kêfxwes e. Bi helbijartina serokayetiya Kurdistanê têkosîna MILETÊ KURD LI HERCAR BESÊN KURDISTANÊ Û LI DERVEYÎ WELÊT GIHÎSTE QONAXEKE NÛ. Em cenabê serok û hemû kurdistaniyan ji bo vê destkeftiya mezin, ji dil û can pîroz dikin. Ked û emeka miletê kurd, têkosîna pêsmergeyên qareman ku bi serokayetiya nemir Mustefa Barzanî hat kirin îro gulvedaye.Yekîtiya miletê kurd roj bi roj me ber bi serkeftinên mezin ve dibe. Ev azadî, ev sahî û serbilindiya ku em îro dijîn berhemên xwîna sehêdên Kurdistanê ne. Em li van destkeftiyan xwedî derdikevin, wek ronahiya cavên xwe wan diparêzin. Ji bo me kurdan serbilindî û sanazî ye ku îro birêz Mam Celal Talebanî serokkomarê Îraqa Federal e, birêz Mesûd Mustefa Barzanî jî serokkomarê Kurdistana Azad û demokratîk e. Eskere ye ku serokayetiya netewayekî berpirsiyariyeke gelekî giran e, lê baweriya miletê me û baweriya hêzên me yên siyasî bi cenabê Mesûd Barzanî heye ku ew di warê serokayetiyê de xwediyê taybetmendiyên mezin e û layiqî serweriya Kurdistanê ye. Em hêvîdar in ku ev yekîtiya Basûrê Kurdistanê ji bo hersê besên din jî bibe nimûne û ev qonaxa nû ya dîrokî û pirr girîng azadiya besên Kurdistanê yên din jî nêztir bike. Em ji Parlamena nû re û ji Hikumeta Yekgirtî re jî serkeftinê dixwazin, li kurd û Kurdistanê pîroz bin! Dubare serokayetiya Herêma Kurdistanê li cenabê we û li hemû kurdistaniyan pîroz be. Bi silav û rêz Li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê 15/6/2005 Sefîk Kaya Serokê KOMÎTEYÊ |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |