|
15/7/2005 Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDK Îranê derheq serkûtkirina xwenîşandanên Mehabadê Roja 22'ê Pûşpera 1384'ê Rojî, hemberî 13.07.2005'an, bi boneya 16'mîn salvegera terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê û hevalên wî li Viyenê, Serbajarê welatê Otrîşê bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê, careke din xelkê Kurdistanê bi awayên cur bi cur ew kiryara hov û nemirovane ya rejîmê mehkûm kir û bêzariya xwe ji wê rejîmê dan xuya kirin. Xelkê netirs û biwêr yê Mehabadê û nemaze ciwanên wî bajarî di roja 18'ê Pûşperê (09.07.2005), komek xwenîşandan di cihên cuda cuda yên bajêr birê xistin ku tê de hezaran kes ji demijmêr 7'ê şevê hetanî 12'ê şevê bi alîgirî ji Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê û bi merema mehkûm û şermezarkirina Komara Îslamî dirûşm avêtin û bi kevir û daran êrîş kirin ser hêzên serkûtker yên rejîmê. Roja 22'ê Pûşperê, tevahiya dikanên bajar hatin daxistin û rejîmê jî hezaran kes ji hêzên xwe yên qirker di derdora bajêr û cihên cuda cuda yên bajar de bicî kirin. Mixabin heta niha yek ji wan kesên çeleng di lidarxistina xwenîşandanan, naskirî bi Kemal Esferam, kurê Qadir naskirî bi Şivane ser êvariya roja 18'ê Pûşperê (09.07.2005) kete ber êrîşa hêzên rejîmê û bi tundî hate birîndar kirin û di cihê gehandina wî ji bo nexweşxaneyê, bo ''Emakin'' (Saziyek e ku dijî azadiyên civakî hatiye ava kirin) hate birin û bi sedema îşkenceyên hovane yên hêzên dijî gelî bi awayekî hov û dirindane jiyana wî hate standin û hejmareke zaf ji beşdarên wan Koma xwenîşandanan jî hatine girtin û ber bi girtîgehên reş û tarî yên rejîmê hatine rapêçkirin. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Deftera Siyasî 22'ê Pûşpera 1384'ê Rojî 13.07.2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |