|
15/4/2006 PÊŞWAZÎ JI BO CIVÎNA YEKÎTIYA NETEWÎ Û DEMOKRATÎK YA KURD Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd hewl dide ku bi gor perspektîfên ku di encama civînên 4ê Îlonê 2005an li Enqerê û 17-18ê Çileya Paşînê li Diyarbekirê de diyar bibû; şexsiyet û hêzên siyasî yên Kurd berbihev bîne, di navbera wan de nêzîkbûn û hevkariyê pêkbîne û di dawiyê de jî yekîtiya neteweya Kurd ya ku bikaribe firehiya Kurdan hemêz bike, damezirîne. Di çarçoveyê perspektîfa “Esasê pirsa Kurd, destxistina mafê xweîfadekirina bi azadî ya ji alî huquqî, siyasî û îdarî û xweîdarekirina li ser axa xwe wekî neteweyên din yê li ruyê dinyayê ye,”; Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd, piştî civîna Diyarbekir biryar girt ku di civînên herêman de esas û metodên yekîtiyê bide nîqaşkirin û bikemilîne. Bi vê mebestê wê Civîna Herêmê ya Stenbolê jî were li darxistin. Di civînê de wê bi giranî li ser; 1. Yekîtiyeke çawa, 2. Û bi kîjan perspektîf, bê sekinandin.. Ji bo beşdariya we ya civînê ku wê bibe sedemê nîqaşên bi berhem û pêşniyarên konkret, em ji niha ve ji we re sipas dikin û serkeftinê dixwazin. Komîsyona Stenbolê ya Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd
Tarîx : 23 Nîsan 2006 / Yekşem Seet : 11.00 Cîh : LARESPARK HOTEL Topçu Caddesi No:23 Taksim – İstanbul Tel. a Otelê. : 0.212.2545100 Faksa Otelê. : 0.212.2373463
Ji bo Têkiliyê (Endamên Komîsyona Stenbolê) Mehmet Celal Baykara Sinan Çiftyurek Suphi Orak 0.533.576 55 88 0.535.668 69 78 0.537.266 28 28 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |