NEWROZ

نوروز


15/12/2007

Daxuyanî

Roja 09.12.2007, dora katjimêr 24.00 hevalê me mamoste Ismayîl Omer (59), serokê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên ewlekeriya dewletê ya rêjîma Bees a şoven û totalîter li bajarê Qamişlo bi awayekî tund, remekî û deryasayî hate girtin. Ta nuha jî ew girtî ye, rewşa wî jî ne diyar e.

Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku hem xebata netewî bête qelskirin, hem jî Kurd dest ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.

Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryrên şoven û nijadperest, tevî bi dehan şehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebatâ xwe ber ne dayî, helbet, wê bi girtina serokê partiya me jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê girtina remek bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew jî ligel me dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me û hemû girtiyên nêrîn û ramanê bilind bikin. Herweha hêvî ew e ku pestek li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter, li pênawî jiholêrakirina girtinên remekî, rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî, bête kirin.

                    Azadî ji bo hevalê me mamoste Ismaîl Omer û hemû girtiyên bîr û ramanê

                    Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

10.12.2007

Komîta Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ­- YEKÎTÎ

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]