NEWROZ

äæÑæÒ


15/12/2006

Peyama Hevalê Hêja, Kekê Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî Yê Partiyê Bi Hinceta Cudabûna Hejmarek Ji Kadro Û Pêşmergeyan Li PDK Îranê

Hevwelatiyên birêz!

Civatên xelkê Kurdistanê!

Endam û alîgirên mandînenas yên Partiya Demokrat!

Malbatên serbilind yên şehîdan û girtiyên qehreman yên siyasî!

Pêşmergeyên dijminbez ên gel û partiyê!

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê!

Di rewşekê de ku herêma me avisê guhertinên nû bi vêc û qazancê gelên bindest e û tevgera neteweyî ya kurd hewcehî bi yekrefî, tebayî û hevhelwestiyê heye, di rewşekê de ku guhertinên hundirîn û herêmî û navneteweyî bi giştî di berjewendiya Kurdan û bizava demokratîk û xebata berheq û rewa ya Kurd diçe pêş û aso û pêşeroja xebat û serkevtinê ji her demeke din rontir û zelaltir tê berçav, mixabin hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên berê yên partiyê, di daxuyaniyekê de bi awayekî fermî cudabûn û veqetiyana xwe ji partiya pêşeng a gelê kurd, PDK Îranê, îlan kirin.

Pêkhate û hêvêna van kome Kadroyane pêkhatiye ji wan Kadroyên ku di Kongreya 8’an ya partiyê û di serdemê rêberîkirina rêberên me yên şehîd, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî de refên partiya me bicî hiştin û çend kes ji wan kesên ku di Kongreya Sêzdehem ya partiyê û di hilbijartineke demokratîk de dengê pêwîst û hitbarê yê Kongrê ji bo endambûna Komîteya Navendî neanîn.

Ev cudabûne di halekê de qewimî ku rêberiya partiyê û ez bi xwe bona hestkirin bi berpirsiyariyê û hesasbûna rewşa Kurdistan û Îranê, serbarê:

-Karnekirin û hêcet û mihanegirtina vê komê ji Kadroyên partiyê li pey encamên hilbijartinan di Kongreya Sêzdehem

-Bezandin û binpêkirina hêlên sor yên partiyê li ser bingeha siyasî û rêxistinî

-Pêkanîna rêxistina hember (muwazî) di nava refên partiyê de

-binpêkirina Pêrewa hundirîn ya partiyê û ayînnameyên Komîteya Navendî ku heta berî Kongreya Sêzdem û di dema desthilatdariya xwe de pejirandibûn

Bi hebandin û awayekî serxwe bi wan re riftar û livîn hatiye kirin û daxwaziyên wan – ji bilî wan xal û bendên ku pêrewa hundirîn rê pêre nedaye yan kêrhatîbûn û desthilata Komîteya Navendî û Deftera Siyasî biriye bin pirsiyarê – ji aliyê partiyê ve hatine qebûlkirin û rêya gotûbêjê tevî wan nehatiye berbestkirin.

Bi kurtî rêberiya PDK Îranê û dost û dilsozên partiya me ya xebatkar, hemû rêyeke hêja û jêhatî girtin ber xwe, heta van birayane ji wê helwesta ku tu qazancekê nagihijîne tevgera Kurd û partiya me ya xebatkar, poşman bikin, lê mixabin hemû ew cehd û hewlane nekarîn kar bikin ser viyan û îradeya cudayîxwaziya vê koma Kadro û Pêşmergeyên berê yên partiya me.

Bêguman bicîhêlana refên partiyê ji aliyê her kes û her hejmarek ji hevalan ve, ji bo tev aliyekê bi giştî û nemaze ji bo xebatkarên Partiya Demokrat, cihê kul û keserê ye û di vê rewşê de helwesta veqetiyan û cudabûna wan hevalane nexweştir û bandorên wê ên xirab jî ji bo tevgerê zêdetir in.

Ezîzino!

Eva ne cara yekemîn e ku veqetiyan di nava refên partiyê de tê holê, belkî berê jî û piştî hatine ser karê rejîma Komara Îslamî û di serdemê jiyan û xebata rêberê me yê mezin de, partiya me berbirûyê 2 bûyerên bi vî awayî bûye, lê piştî her cudabûnekê û kosp û astengên ji wana mezintir jî, rêvîngên rêya pîroz a şehîdên me fêr û hîn bûn ku rêyê nedin qamet û bejna bilind ya vê partiyê biçeme û bi karê berdewam û hêz û şiyana şoreşgerane, ji bo çiyayên serkêş û bilind yên xebat û newestiyanê de tevbigerin û heta bidestveanîna armanc û hêviyên bilind û pîroz yên neteweya me li Kurdistana Îranê çirke û demekê ji dest nedin. Ez piştrast û arxayîn im vê carê jî bi pêrewî ji rasparde, şîret û rênûmayiyên rêberên me yên şehîd, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û bi hevkariya berfireh û  bêdawî ya civatên xelkê Kurdistanê, bi hêz û qaweta bêdawî ya Kadro û Pêşmergeyên can li ser dest û endam û tagirên me yên fîdaker û xwegorîker, serê partiyê her serfiraz û bilindtir dibe û dilê dost û hevalan şa û kêfxweş.

Bi vî awayî ez hemû azadîxwazên Îranê, civatên xelkê Kurdistanê û dost û dilsozên neteweya xwe piştrast dikim ku PDK Îranê her wekî caran qahîm û xurt di cihê xwe de ye û dê ji dost û dijmin re bide xuyakirin ku li niha û pêşerojê de dê rol û bandoreke berbiçavtir, girîngtir û cihwartir di pêvajoya xebata Kurd de bilîze û îtibar û pirestîja ku heye dê biparêze û payebilindtir bike.

 Di vê dema hesas de ez daxwazê ji civatên xelkê Kurdistanê, piştevanên herdem û heta ser yên Partiya Demokrat dikin ku bi hêviyeke bilind û mezin di xebatê de berdewam bibin û bi piştgirîkirin ji  PDK Îranê piştrast bin, her wekî ku partiya wan ya xweştevî bi piştgiriya wan xatircem û bênigeran e.

Çavnihêriya me ji Kadro û Pêşmerge û endam û alîgirên partiya me eva ye ku bi karê bêtir, fîdakariya pitir, îman û baweriya xurt û qahîmtir mil bidin ber wan erk û wezîfeyan ku ji wan re hatiye diyarîkirin û sipartin. Bêguman dîroka partiyê û tevgera gelê me her wekî kar, xebat û fîdakariyên wan yên derbasbûyî tomar kiriye, êş, elem, zor û zehmetî û fîdakariyên vê qonax û dewranê dê zeq û berçavtir ji bo wan tomar bike û cih û warê wan girûp û taqimane jî diyarî kiriye û dê diyarî bike ku di dem û çaxên hesas de pişt li Partiya Demokrat, partiya xweştevî û berdilê gelê Kurd dikin.

Xûşk û birayên min ên hêja!

Ez bi hewce dizanim bi navê PDK Îranê vê rastiyê jî bidim eşkerekirin ku em xwe bi dijminê wan hevalên xwe yên cudabûyî nizanin û amade ne têkiliyeke dostîniyê tevî wan ava bikin. Lê çawanî û şeklê vê pêwendiyê jî girêdayî bi helwesta wan li hember tevger û bizava Kurd û liv û tevgeriyana wan bi PDK Îranê re ye.

Di dawiyê de ez bi pêwîst dizanim spas û pêzanîna PDK Îranê ji tev wan partî, kesayetî, dost û hevalan re bigehînim ku di vê pirsgirêkê de li qise û gotina xêr û dilsozî û şîret û rênûmayîkirinan xwe neparastin û dirêxî nekirin.

Spas ji bo wê hemû dilsozî, dilnigeranî û xebat û hewildanên endamên partiyê li hundirê welêt û derve ku di heyamê çendîn mehên borî de bi têkiliya rasterast û ne rasterast, xwestin pêşiya qewimîna vê bûyerê bigirin, lê mixabin bi encama xwe ya dilxwaz negihîştin.

Silav li canê paqij yê rêberên şehîd ên me, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û tev şehîdên Kurdistanê

Silav li malbatên birêz yên şehîdan û hemû girtiyên berxweder ên siyasî

Silav li xelkê xebatkar û azadîxwaz yê Kurdistanê, piştevanên hergav yên Partiya Demokrat

Silav li  endam, alîgir, Kadro û Pêşmergeyên Partiya Demokrat

Serkeve xebata neteweyî – demokratîk ya gelê Kurd bi rêberiya PDK Îranê

Mirin û neman ji bo rejîma azadîkuj ya Komara Îslamî a Îranê

10.12.2006

19.09.1385

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]