NEWROZ

äæÑæÒ


13/5/2005

girtina Dr . şêx Maşûq El –xeznewî ji rexê sîxûrên sûrî

komîta mafên mirovan ya kurdên rojava

Dr . şêx maşûq el –xeznewî hat bin çav kirin ji pirtûkxana xwe ya  ku têde dimîne li şamê pay text a sûrî , ji rexê sîxûrên sûrî  di 2005-5-10 û bi şêweyek pir nexweşik , mîna revandinê mafya yên  ku çêdibin di fîlmên polîsî de , sîxûran pîkapa wî  li cih hiştin  , û kompyûtera wî ya rahiştinê  têde hiştin bêyî ku derfetê bidênê ku bi mobayla xwe bi axife bi mala xwere.

girtina   Dr . Maşûq El –xeznewî hat piştî qedexekirna pirtûkek wî , tenê ji ber wî têde navê- Kurdistan- got , piştre polîsan şandin dûv wî , û jê dixwestin ku hew alîkariya gelê xwe yê kurd bike .

em di komîta mafên mirovan ya kurdên rojavayê Kurdistan –MAF- wekî ku em vê gitinê şermezar dikin , em bangawziyê dişînin ji keseyatiyên syasetmedar û ramanî û mêdyakarî yên ku kardikin di warê berevana azadyên giştî de  û mafên mirovan ku karê xwe pir dijwar û xûrt bikin di riya her bûyerên bi vî rengî , ji ber ev karana bûne karên rojane di sûrî de , û em dixwazin ku bêne azad kirin zindî û astengiyan nedeynin pêşiya xwedyê ramanê bi van alavên ku hatine nasîn ji rexê opozisyona sûrî.

komîta mafên mirovan ya kurdên rojava

di 2005-5-11

www.mafkurd.4t.com

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]