NEWROZ

äæÑæÒ


13/3/2006

Gotina malbata nemir Seed Hesen Delî

Mejdel Hecî Şêxmûs Delî

Gelî heval, û dost, û meriv

Berî 10 sala li ser vî girî girê Hecî nassrê Ez û lawê Apê xwe, û hevalê biçûkaniya min Seed seknek dirêj bi hevdura di sekinîn Min jê dixwest ko vegere ji riya mehaciryê lê mixabin ev rê li ber çavê wî şêrîn bibû û di xwest ko bighîne dawî.

Di şevek reş û tarî de weke teyrekî baskê xwe vekir ji nav me firiya û pişta xwe da Hecî Nassrê û Qamişlo û xwe li welatê xerîbiyê danî hêlînek li wir çêkir û gelek heval û dost xwe dan dor wî.

Deh sal ji jiyana xwe li wir derbaskir dîsa di şevek tarî û serme û seqem de cane Seed bêriya axa Hecî Nassrê dîsa firiya û hat xwe li ser girê Hecî Nassrê û axa wê danî, ev axa ko min û Seed bi zaroktî gelekî me pê lîstiye.

Ez dixwazim bêjim te Seed bavê Sumeya ka ji min re bêje Te axa Hecî nassrê himbêz kirye yan axa Hecî Nassrê ti himbêz kirye.

Sere xwe rake bavê Sumeya u temaşeke li van heval û dost û merivan hatin dora te jib o tu nas bike karê te bê sûde ne çûye.

Gelî bira dîsa Avdar hate li ser miletê me de ev heyva ko hatiye girêdan bi navê miletê Kurd ji bilî cejna Newrozê cejna miletê Kurd û şoreş û serhildan li herçar perçî Kurdistanê lê gelek derd û êşê miletê me hene di heyva Avdarê, Avdar gelî bira gelek xortê bîrewer û zane û buha bi xwere biriye.

Avdara vê sale ne xwest here bê ko şehîdekî ji malbata me bi xwere bibe. Şehîdek Emê her dem sere xwe bi nave wî hildin. Avdara vê salê ne xwest here bê ko birînek dijwar di nava dilê me de bihêle. Di 6ê vê Avdarê seet 8êbi şev Seed koça xwe barkir.

Gelî cemawerê hêja û bi rûmet bi nave malbata Deli bi navê bavê şehîdê bihuştî Hesen Hecî Xelîl Delî Em sipasiya we tevan dikin sipasiya hatina We û zehmetkîşiya We bi mere.

Em sipasiya hevalên Seed yîn ko li Ewrupa dikin ewên ko ji roja 6ê Avdarê ta roja îro li ser piyane ne rawestîne û şîna wî dikşînin ew jî li bame mina Seed in, Em bi wan pir ser bilindin û bê guman wan jê ne kêmî me rojin cetin û dijawar derbaskirne.

Hêjano Em sipasiya wan kesan dikin ewên ko beşdariya me kirin bi hatinê, telephone, birûsk, fakis, û êmêlan, û hestê xwe gihandin me çi li hinder welat û çi ji derve û bi tayîbet nameya malbata seydayê nemin Ciger xwîn ya ko kurê wî Kesra şandiye.

Gelî heval, dost, û meriv wek ko Kurd dibêjin rim di turande nayê veşartin heger ta niha me Seed veşart, lê îro kirasê vê veşartinê hate dirandin.

Seed li ewrupa xizmet kariya mehacirin Kurd û Ereb dikir weke wergervan berevdêriya wan di dadgehê dikir, bi saya xizmeta Seed bi sedan ji Kurd û Ereban li Elmaniya bun xwedanê cih û war. Em jî bi wiha kiryarên wî serbilindbun.

Gelî bira navê şehîdê me Seed Hesen Hecî Xelîl Delî ye.

Di sala 1968de li gundê Hecî Nassrê çêbu ye.

Xwendina ya dest pêkê li gundê Topiz xwend, orta û lîsa li Qamişlo di sala 1986 de sitand, Seed di dibistanê de şagirtekî zîrek û bîrewer bû, û gelek xelat di standin.

Xwendina bilind di zankoya Şamê de beşê dîrokê qedand.

Di nav bera sala 1993 û 1995 lêşkerî kir, ji sala 1995an de çûye Elmaniya.

Di sala 1984de bûye endam di partiya Dîmoqiratî Kurdî pêşverû de piştî Seed çû Elmaniya wek lebatekî ektîv di Partiya Yekitî de kar kirye û dihat naskirin wek çalekvanekî zîrek û nepen, ango ko wek bi Erebî dibêjin " Elcundê Elmechûl" û ta roja oxirkirina wî di buyerek trafîkî de li Elmaniya bajarê Wolfsporg.

Gelî heval, dost, û meriv hêjaye gotin ko ji berî sê salan ve Seed bi Jîn keça nivîskar û helbest vane Kurd Konê Rêş zewicî bû ji dor sê heyvan keçek ji wan re çêbûye bi nave Sumeya.

Dûbare Em pir sipasiya we dikin û sipasiya hemû partiyên Kurd, sipasî jib o koma Xelat û Qamişlo.

Cihê wî buhişt be, cihê miriyên we jî buhişt be hun bi xêr û xweşî vegerin malên xwe.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]