|
13/1/2007 Banga Piştevaniyê Girtina Şêx Alî baweriya me bi xebat û doza gelê me geştir dike Li 20-ê 12- 2006 –an katijmêr -7-Êvarê, li bajarê Helebê li çayxa NEXÎl, hevalê me sekretêrê parta yekîtî ya demiqurat a kurd li sûriyê [ YekÎtÎ ] ji hêla ewlekeriya leşkerî ve bi awakî remkî û ne mirovane , birêz Mihyedîn Şêx Alî têye girtin û ta niha jî,rewşa wî ne diyar e. Bêgûman ,ev ton sitîl û awekarên rêjimê û berdwamiya zagonên awarte dide nîşan ku,hêmenî û hevpîvan di hundir vê welatî de nîne ;vêca jî, hemwelatî di heyameke biv û bi tirs de li ber xwe didin! Wisan jî,em weke rêxistina jina kurd ya parta yekît ya demokirat a kurd li bajarê helebê , bi navê xwe û hemû heval, dost û hogiran bang li hemû hêzên demokirat, komîteyên mafên mirovan û raya giştî li der û hundir welêt dikin ku, bi lez pir çalakiyên rengane û balkêş li raberî reng û awên rêjîmê yên nepaqij û tund , ya li dirêjiya evqas sal li ser singê hemwelatên me û nemaze li yê gelê me pal vedaye bikin . Daku rewşa hevalê me yê gewir were naskirin û bi lez jî were berdan , li hembêza xwedî , heval , jin û zarokê wî yê pêncmehekî, li hembêza gelê kurd li sûriyê rojekê pêş ve vegere. - Azadî ji xebatkarê pîdar Mihyedîn Şêx Alî re - Azadî ji hemû girtiyên rêzanî û yên bîrû ramanê di girtîgehên sûriyê de. Rêxistina jinan li helebê ya Parta Yekîtî Ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê. (YEKÎTÎ) 10\1\2007an |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |