NEWROZ

äæÑæÒ


12/8/2005

Daxuyaniya Çapemeniyê

Roja çarşemî 12’ê Gelawêjê (03.08.2005) hejmareyek ji ciwanên bajarê Bokanê demjimêr 6’ê êvar li meydana Fermandariya bajar bi armanca piştgiriya meşên nerazîbûnê yên bajarên din ên Kurdistanê civîneke nerazîbûnê lidarxistin. Meş ber bi nexweşxaneya berê dest pê bû. Dirûşmên xwepêşandanê Demokrasî, Demokrasî, Federalîzm, Federalîzm, Qaasimlo, Qasimlo rêya didome, bûn.

Ew meş bo heyamê 2 demjimêran heya 8’ê êvar dom kir. Hêzên rejîmê beşdarên xwepêandanê dan ber êrîşan û hejmarek ji wan girtin û ji girtîgehê re hatin şandin.

Li bajarê Pawe jî roja pêncşemî û înê 13 û 14’ê Gelawêjê (04-05.08.2005) gel bi giştî bi nerazîbûn û dijberî tevî riftarên rejîmê û hêzên wan yên serkeutkar li Kurdistanê û bi nîşana xuyakirina piştgirî ji meşên nerazîbûnê yên vê dawiyê li bajarên Kurdistanê dukan û bazarên bajar daxistin û dest ji kar berdan.

Li Seqizê rojên înê û şemiyê 14 û 15’ê Gelawêjê (05-06.08.2005) seet 7’ê êvar hejmarek berçav ji xelkê Ciwanroyê bi armnaca piştgiriya meşên nerazîbûna xelkê di bajarên Kurdistanê de û bi nerazîbûn bi serkut û qirkirina xelkê bajarên Kurdistanê rijiyane ser rê û şeqaman û dirûşm avêtin.

Dirûşmên wan meşane ji wana pêk dihatin: Neman ji bo terorîzmê, Mirin ji bo mirovkujan, Silav ji Demokrat. Piştî vê çendê ku xwenîşander ketine ber êrîşa hêzên rejîmê, wan jî êrîş birine ser Bankên "Sipeh" û "Bîmeya" Îranê li meydana Besîc û şûşe û pencereyên wan şikandin. Garda taybet ya dijî şoreş û serhildanê di serkut û qetilandina gel de beşdar bûn. Xwepêşanda heya demjimêr 12’ê paşnîvroya îro dim kir.

Li Mehabadê êvariya roja înê 14’ê Gelawêjê (05.08.2005), hejmarek xuya ji ciwanên vî bajarî di meydana "Îstiqlal" agir hilkirin û binkeya hêzên rejîmê li nêzîk xwendingeha Hesenzade berbaran kirin. Hêzên rejîmê bi teqekirina guleyan hewildandin ku beşdarên meşê ji hev veqetîne.

Sibêdeya roja şemiyê, 15’ê Gelawêjê (06.08.2005) jî ser taze dukan û bajarên bajar bi nîşana nerazîbûn bi doma girtin û binçavkirina gel bi tevahî hatin daxistin.

Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

15.05.1384

06.08.2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]