|
11/1/2007 Bangewazî Di çarçewa girtinên remekî û siyaseta tepsandin û çewsandinê de, ya ku rêjîma Sûriyê li dijî hemû çalakvanên ramyarî, rêzanî û rewşenbîrî yên rikber û bervedêrên mafên mirovan û azadiyên bingehîn li Sûriyê bi cih dike, hêzên ewlekeriya leşkerî ya rêjîma Bees a şoven û totalîter roja 20.12.2006, dora katjimêr 19.00 li bajarê Helebê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, rêzdar Mihyedîn Şêx Alî, bi awayekî tund, remekî û deryasayî girtin û berve cihekî nediyar birin. Ta nuha jî cih, rewş û çarenûsa wî ne diyar e – hêza ku ew girtî tu agahiyan li ser nade. Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd çavtirsoyî bike û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku Kurd dest hem ji xebata netewî, ya ku roj bi roj hêzdartir dibe, hem jî ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin. Lê eva wê ji şovenistan re tenê xewn bimîne – Kurd tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de mafên mirovî, azadiyên bingehîn û mafên netewî yên gelê kurd bêne parastin, bernadin. Em, weke rêxistinên partiyên kurd li Almaniya, li hember van rengkirinên hov, tund û deryasayî maf û erka xwe dizanin, ku em hemû şiyan û derfetên aştiyane li pênawî rûreşkirin û riswakirina rêjîma Şamê ya totalîter, nijadperest û şoven bi kar bînin. Di vî warî de jî em bang li revenda sûrî (çi kurd, çi ereb û çi wekî din) û ya kurdistanî, komele û rêxistinên sûrî, kurdî û kurdistanî û herkesê ku rûmet û mafên mirovî li ba nirxdar in dikin, da ku em tev bi hev re dengê xwe ji bo serbestberdana rêzdar Şêx Alî û hemû girtiyên bîr û ramanê yên di girtîgehên rêjîma Sûriyê de bilind bikin. Em dixwezin bidin xuyakirin ku ev rengtundiya rêjîmê li ba me ciyê şermezarî û rûreşkirinê ye. Herweha ew hîn hêza me bona xebata li pênawî çareserkirina doza gelê kurd ya netewî di hundir sûriyeke demokrat de hîn xortir dike. Li aliyekî din em ji maf û erka xwe dibînin, ku li hember vê tund û çavsoriyê hemû derfet û şiyanan bi kar bînin. Û emê bi kar bînin jî. Azadî ji sekreterê Yekîtiyê û hemû girtiyên bîr û ramanê re Bijî Azadî, demokrasî û wekhevî Berlin, 11.01.2007 Komîta Karê Hevbeş ya Partiyên Kurdî li Sûriyê – Rêxistinên Almaniya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – Rêxistina Almaniya Bi piştgiriya: HEVKARÎ - Almaniya |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |