|
10/3/2007 Daxuyanî Ji roja ku Kurdistan bi darê zorê û li dijî vîna gelê kurd di navbera çar dewletan (Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê) de hatiye dabeşkirin, paşeroj û çarenûsa gelê me li her perçakî ketiye bin destê rêjîmeke ji ya din şovenîtir û nijadperestir. Ji hingê ve ev herçar dewletên dagirker, bi hemû şêweyên leşkerî, rêzanî, derûnî û hwd. hewil didin ku miletê kurd ji holê rakin; kesayetiya wî ya taybet biperçiqînin û di çarçewa erebkirin, turkirin û fariskirinê de bipişêfin. Ji dest vê siyaseta hov û dirinde gelê kurd ligel hemû sermiyanên xwe yên aborî, şaristanî û çandî toşî dijwartirîn şer û êrişên tunekirinê bûye û hîn jî dibe. Li Sûriyê jî rewşa gelê kurd her weha ye. Ta îro roj hebûna Kurdan, ku li Sûriyê gelê dudoyê ye, têt bincilkirin; zimanê me, ku zimanê %12 ji xelkê Sûriyê ye bi darê zorê têt qedexekirin; çand û folklora me toşî şerê tunekirinê dibe; mirov û xebatkarên me bi awayên remekî têne girtin û zindankirin; xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi awayekî remekî têne derkirin… Bi kurtî, ji bo jiholêrakirina hebûna Kurdan rêjîmên Sûriyên ti alav, şêwe û çavsorî bernedane. Di Avdara 2004-ê, weke em tev dizanin, rêjîma Şamê ya şoven û nijadperest careke din da xwe ku vîn û hêviyên gelê kurd li Sûriyê biceflîne û bitirsîne, da ku temena siyaseta xwe ya şoven, nijadperest û totalîter dirêjtir bike. Vê carê jî rêjîmê, ji dêvla ku guh bide guhartinên herêm û cîhanê, xwest li tersî wê bixebite. Loma jî wê roja 12-ê Avdarê dest bi planeke qirêj kir, ku armanc jê ew bû ku: 1) vîn û hêviya Kurdan bête kokirin, 2) şerek di navbera herdu gelên kurd û ereb de bête pêxistin, 3) tirsek di nav Kurdan de bi taybetî û li Sûriyê bi giştî bête qewimandin û 4) xebata li dijî rêjîmê bête lawazkirin… Lê gelê kurd bersiva wê plana qirêj bi mêranî da – ew weke şêran li hemû herêmên kurdî û bajarên weke Heleb û Şam rabû ser piyan, li ber xwe da û xweragirtineke bêhepa nîşan da. Gelê kurd bi wê xweragirtin û berxwedanê xwest ne tenê wê planê û xwediyên wê şermezar û rûreş bike, lê belê wî xwest ku: 1. tevaya siyaseta şoven û projeyên nijadperest şermezar bike û serî li hember wan rake 2. bide xuyanîkirin ku ew herdem li pey maf û daxwezên xwe yên netewî ye 3. sînorên hebûna xwe ya dîrokî û erdnîgarî ji dost û dijminan re nîsan bide 4. bide xuyakirin ku tu hêz û çavsorî nikare mafên rewa û dadmend heta bi heta binpê bike Îro, piştî sê salan ji 12-ê Avdarê, hîn jî hovîtî û çavsoriya rêjîmê bi şêweyên curecur berdewam e. Hîn xelkê me yê sûrî, çi Kurd çi Ereb û çi wekî din, ji hemû maf û azadiyên bingehîn bêpar hatiye (û tê jî) hêştin. Hîn li mirovê me yê sûrî qedexe ye ku bîr û baweriyên xwe yên siyasî, di navbera xwe û xwe de be jî, bîne zimên; hîn ji hilbijartineke demokrat û beşdariya di bijartina desthilatê de bê par e; hîn ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bê par e. Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî, komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji destlateke dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin. Pir dûr. Em Kurd jî, bi kurtî, hîn ji mafê hebûnê bêpar in – ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em kurd in, ji ber ku li gor destlata Sûriyê ya şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…! Lê bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin. Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Dûr an nêzîk emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi taybetmendiyên xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin. Çunkî roj bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirovî têt dayîn û ew doza – doza mafên mirov û miletan – ne weke berê di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de çemberkirî ye. Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in. Demokratino, mirovhezino, herkesê ku berketiyê maf û azadiyên bingehîn e, berketiyê wekhevî û dadmendiyê ye îro ji her demeke din bêtir vexwendiyê wê yekê ye, ku li rex xebata gelê kurd raweste, kiryar û siyaseta rêjîma Sûriyê ya şoven û nijadperest riswa û rûreş bike, û ji bo wê yekê hewil bide ku rojekê zûtir gelê kurd jî li ser xaka bav û kalên xwe di siya wekheviyeke giştî de bi maf û azadiyên xwe yên bingehîn şa bibe û di siya aştiyê de jiyana xwe ligel neteweyên din pêş ve bibe û pev re xizmeta mirovatiyê û pêşdeçûna wê bikin. Gelê kurd di xebata xwe ya ji bo bicihanîna van bîrdozên pîroz de li benda piştgirî û hevkariya we ye. – Serberzî bo cangoriyên 12-ê Avdarê – Her bijî azadî, demokrasî û wekhevî – Serkeftin ji doza gelê kurd ya rewa û dadmend re 08.03.2007 Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê - Rêxistina Ewropa |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |