|
1/4/2006 Daxuyanîya PDK-Bakur Ji Raya Giştîre Eve çend rojin li Amedê îrîşên polis,leşker û timên taybet li ser Kurdan berdawamin u hetta niha 6 kes hatine kuştin û sedan kes birindarin. Herweha ev tevlîhevî û êrîşên hanê li Sirtê,Wanê,Batmanê û li Geverê hîn jî dewam dikin. Di rastîya xwe de feyda tevgera azadixwaza Kurd û gelên Kurdistanê di van tevlîhevbunan de tuneye. Cardin destên tarî ji bo astengan ji tevgera Kurd re çêbike û çavên miletî Kurd bitirsîne van leziytikên qirêj dileyzin. Gerek Kurd newin van leyiztikan û rê nedin destên tarî cardin avê şêlo bikin. Dezgehên tarî ji bo kiryarên xwe yên Kurdistanê meşrû bikin her tiştekî dikin. Dawîyê de miletê Kurd zererê ji van buyeran dibîne. Ev bûyerên qirêj di xizmeta provakatoran deye. Gerek em tev hişyarbin da ku buyerên tarî rê li ber hinek peşketinên Kurdistanê negirin. Dema pêwistbe miletê Kurd ji bo parastina mafên xwe yên netewî û demokratîk mêrxasî berxwedide û serî xwe natewîne. Lê ya girîng ewe ku ev mêrxasiya gelên Kurdistanê di rEyek rast de û li ser rêbazek netevî bikeve rojevê. Bawerî heviya me ewe ko miletê Kurd demek herê zutirîn van leyiztika bibîne û tişta ne di berjewendiyên Tewgera Kurd de be neke. PDK-Bakur Konseya Serokatî 31/3/2006 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |