|
21/1/2007 Nameya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî - Rêxistina Ewropa ji bo 61-saliya komara Mehabad Ji bo: Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) Babet: Pîrozname Dîrok: 20.01.2007 Xwîşk û birayên hêja, endam û berpirsiyarên Pertiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, em pir kêfxweş û şanaz in ku îro ligel we pêşwaziya 61-saliya damezrandina Komara Kurdistan a Demokrat (Komara Mehabad) dikin. Ji ber ku ev bûyer û bîranîn ne tenê ji heval, dost û hogirên PDK-ê re girîng e, belê ew ji hemû Kurdan re, li seranserî Kurdistanê, xwedî cihekî taybet û rûmetdar e. Belê ev yad îro roj jî di ezmanê Kurdayetiyê de stêrkeke geş û pirşindar e, hetav e… Bi vê boneyê jî, em pir dilxweş in ku bi navê hemû heval, hogir, dost û cemawerê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, germitirîn pîrozbahî û silavên biratî û kurdayetiyê pêşkêşî we bikin. Hêvîdar in ku hûn di kar û xebata xwe de herdem ên serkeftî bin. Xwîşk û birayên hêja, di dîroka her neteweyekê de, bêguman, bûyer, rûdan û kesin hene ku di nav rûpelên wê dîrokê de ciyên berz û bilind standine. Lewre jî ew netewa bi wan serbilind e, hergav bi giramiyeke bêhempa wan bi bîr tîne; bi bîranîna wan û bi rêzgirtina li wan, ew netewe dixweze li xwe û li stûnên dîroka xwe û li hemû wan mûman xwedî derkeve, yên ku dîroka wê ronî kirine. Komara Kurdistan a Demokrat û serokê wê yê nemir pêşewa Qazî Mihemed, helbet, ji wan rûdan û kesan in, yên ku hertim di bîranîna mirovê kurd de stêrkine geş û ronakdar in. Xwîşk û birayên hêja, ji roja ku Kurdistan hatiye dabeşkirin û beşek ji xak û gelê kurd ketiye nav sînorên Sûriyê, xwîşk û birayên we li wî beşî toşî siyaseteke şoven û projeyine nijadperest dibe. Stem û bêmafîtiya li vî beşî, helbet, ne kêmtirî ên li beşên ditir e. Bi ser de jî hîn dora 300 hezar xwîşk û birayên we yên bêguneh li Sûriyê bê nasname û mafê hemwelatiyê hatine hêştin. Li hember vê siyaseta şoven û projeyên nijadperest ya destlata bee’s Tevgera Kurd li Sûriyê, di nav de jî partiya me, bi awayekî demokrat û aştiyane ji bo bidestrxistina mafên netewî yên rewa û destûrdayî têdikoşe û dixebite. Vêca hêviya me ew e ku, weke çawa em herdem piştgiriya xebata kurd li hersê perçên dîtir ên Kurdistanê dikin, birayên me jî hergev piştgiriya du milyon û nîv xwîşk û birayên xwe yên li vî beşî bikin û doza wan li ber çavan bigrin. Hêvî û baweriya me pir bilind in ku gelê me li her çar perçên Kurdistanê dê – dûr an nêzîk – bi ser keve. Çunkî hêza wî ji dadmendiya doza wî û bîranîna bi hezaran pakrewanên nemir e, yên ku wî di riya azadî û serbestiya xwe de pêşkêş kirina. Bi ser de jî dem ne dema berê ye; dem dema parastina maf û azadiyan e. Li dawiyê careke din em, weke rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, xweştirîn pîrozbahî aresteyî serkirdayetî, heval, dost û cemawerê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dikin, Hêvîdar in ku rojên li pêş rojên azadî, demokrasî û wekheviyê bin. Bijî azadî, demokrasî û wekhevî Serkeftin bo doza netewa kurd li seranserî Kurdistanê Almaniya, 20.01.2007 Komîta Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |